Li navçeya Qoserê li malekê şewat derket. Di encama şewatê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li gundê Heremhedatê yê bi ser navçeya Qosera Mêrdînê ve ji ber sedemeke ne diyar li malekê şewat derket. Di şewatê de Azîze Kûzû û Hamît Kûzû yên hevjînên hev jiyana xwe ji dest dan û Huseyîn Kûzû û Ahmet Kûzû jî bi giranî birîndar bûn.
Kesên li derdorê yên ku şewat ferqkirin tîmên agirkujiyê û tenduristiyê agahdar kirin. Tîmên agirkujiyê çûn cihê bûyerê û agir vemirandin. Tîmên tenduristiyê jî tespîtkirin ku Azîze û Hamît Kûzû jiyana xwe ji dest dane û Huseyîn û Ahmet Kûzû jî yên giran birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Tîmên tenduristiyê cenazeyên Azîze û Hamît Kûzû jî rakirin morga nexweşxaneyê.













