Şêx Silêmanê Şabê ku li herêma Hezo û Batmanê wek rûspî û hekîmê luqman dihat nasîn jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li gundê Şabê bi girseyî hate veşartin.
Şêx Silêman Kanaş (Şêx Silêmanê Şabê) ku li herêma Hezo û Batmanê wek rûspiyê herêmê tê zanîn jiyana xwe ji dest da. Şêx Silêman (87) ev sê meh bûn ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî li nexweşxaneyek Enqereyê dihat tedawîkirin û duh şeveqê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Şêx Silêman îro gihîşt gund. Cenaze li goristana gundê Şabê ya ser bi navçeya Hezo ya Êlihê ve ji aliyê hezaran xelkê herêmê ve hate veşartin.

Rêveberên partiyên wek DEM Partî, DBPê, rêxistinên sivîl ên demokratîk û gelek kesayet beşdarî merasîma cenaze bûn.
Piştî merasîma cenaze welatî çûn nav gund û dua û fatîha hatin xwendin. Ji bo Şêx Silêman dê li Kuliyeya Esentepeyê ya Êlihê şîn bê danîn.
Şêx Silêman di nav xelkê herêmê de kesayetek dihat hezkirin û ew di nav xelkê de wek rûspî û hekîmê luqman dihat nasîn. Şêx Silêman dermanên Kurmancî ji xelkê re dinivîsand û rê û rêbazên tedawiyê ji xelkê re vedigot.













