Bi pêşengiya MEBYA-DERê bi girseyî serdana şîna şervanê YPGê Delîl Elktamiş ê ku li gundê Çilaxayê yê Hesekê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hate kirin.
Bi pêşengiya MEBYA-DERê, Dayikên Aştiyê, rêxistinên DBPê, DEM Partî ên Riha û navçeya wê serdana şîna şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Delîl Elktamiş ku li gundê Çilaxayê yê Hesekê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hate kirin. Şîna Elkatmiş li gundê Kadikoyê yê bi ser navçeya Wêranşara Rihayê ve hatiye danîn û girse serdana şînê kir. Di serdanê de ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û anî ziman ku Delîl Elktamiş û hevalên wî ne ji bo xwe û malbata xwe lê ji bo neteweya xwe têkoşiyane û got ku ew jî dê têkoşîna wan bidomînin.
Serdan bi xwendina duayan bi dawî bû.













