Xelkê Rojava ewlehiya bajar û taxên xwe li hember gef û astengiyên heyî xurt dikin.
Gelê Rojava avakirina taborên parastina tax û kolanên xwe li hember gef û xeteriyên li dijî herêmê dewam dikin, nuqte û nobedariya xwe bi şevê digirin.
Rêveberiya Xweser li hember êrişên hikûmeta demkî Şamê seferberiya giştî ragihand û bang li şêniyan kir ku tev li “cena parastina rûmetê” bibin.
Şêniyan bersiva da banga Rêveberiya Xweser, tax bi tax, kolan bi kolan taxên xwe diparêzin.













