Civîna 5emîn a koma nivîsandina raporê ya Komîsyona Meclisê ji bo nîqaşkirina çarçoveya rapora dest pê kir.
Komîsyona Meclisê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate avakirin, di encma rexneyan de îro Koma Nivîsandina Raporê civand. Kom dê di civîna xwe ya 5emîn de hewil bide çarçoveya raporê nîqaş bike. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmûş dê serokatiya civîna ku dê tê de pêşnûmeya raporê bê nivisîn, bike. Komîsyona Meclisê ev demek dirêje bi boneya wezîfeya dikeve ser nake, tê rexnekirin.













