Rêxistina DEM Partî û ESPa Amedê tekîldarî êrişên ser ESPê li avahiyê Dem Partiyê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê û wiha gotin: “Em van operasyonan qebûl nakin, demildest ji şaşiyan vegerin û hevalên me berdin.”
DEM Partî û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ya Amedê li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Peyasê têkildarî êriş û operasyonên li dijî ESPê daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêvebirên her dû partiyan tevlî daxuyaniyê bun.
‘Demildest ji şaşiyan vegerin’
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn di daxuyaniyê de anî ziman ku ew di serdemeke girîng a ku demokrasi û mafê mirovan de hat pêkanîn û wiha got: “Di 3yê Sibatê de bi operasyona danê sibehê re li seranserê Tirkiyeyê li dijî pêkhateya me ESPê operasyonek hate kirin û 110 kes hatin binçavkirin. Mijar bi vî aliyê xwe ve civakê diêşîne. Em weke pêkhateyên siyaseta demokratîk diyar dikin ku em li cem ESPê ne. Di saet 04.00an de sergirtina gel li dijî mafên mirovan e. Em wek DEM Partî vê yekê qebûl nakin û bang dikin k udi demeke nêzîk de ji vê şaşiyê vegerin û hevalên me berdin.”
‘Em Kurdistan û Tirkiyeyê teslîmî tarîtiyê nakin’
Endamê ESPyê ya Amedê Furkan Erdogan da zanîn ku operasyonên ku hatine kirin li hemberê ESPê êrişên siyasî ne û ev tişt anî ziman: “Desthilatdarî fatureya qrîz, xizanî û pûçbûnê li şoreşgeran, jinan û çapemeniyê dibire. Ew kesên ku hatine girtin ne sûcdar in ew li hember vê polîtîkaya qirêj sekinîne û hatine girtin. Ew dixwazin çapemenî, denge jinê, têkoşîna ciwanan bêdeng bikin. Em dêbêjin ku em ê nehêlin gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di taritiyê de bimîne. Îradeya me heye û em dibêjin demildest hevalên berdin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

















