• Nûçeyên Herî Dawî
Di êrîşên Tirkiyeyê de 92 welatî hatin kuştin

Di êrîşên Tirkiyeyê de 92 welatî hatin kuştin

12 ÇILE 2025 - 10:03
Mîhrîcana Çand û Xwezaya Jinê dest pê kir

Mîhrîcana Çand û Xwezaya Jinê dest pê kir

29 HEZÎRAN 2025 - 14:21
Keskîn  Bayindir: Heta statuya  Kurdistanê dê têkoşîn bidome

Keskîn  Bayindir: Heta statuya  Kurdistanê dê têkoşîn bidome

29 HEZÎRAN 2025 - 13:18
Îranê kolberek kuşt

Îranê kolberek kuşt

29 HEZÎRAN 2025 - 12:36
Êrîşên Îsraîlê didomin: Di rojekê de 81 kes kuştin

Êrîşên Îsraîlê didomin: Di rojekê de 81 kes kuştin

29 HEZÎRAN 2025 - 11:48
Grossi: Îran dikare dest bi hilberîna uranyumê bike

Grossi: Îran dikare dest bi hilberîna uranyumê bike

29 HEZÎRAN 2025 - 10:57
Li atolyeya hunerê huner û ziman

Li atolyeya hunerê huner û ziman

29 HEZÎRAN 2025 - 10:07
Rêwiyê aştiyê: Orhan Dogan

Rêwiyê aştiyê: Orhan Dogan

29 HEZÎRAN 2025 - 09:49
Hikmet û Heqîqeta Şêx Seîdan

Hikmet û Heqîqeta Şêx Seîdan

29 HEZÎRAN 2025 - 08:23
ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2025an

29 HEZÎRAN 2025 - 08:00
MKG û DFG:  Em li kêleka Zeynep Durgut in

MKG û DFG:  Em li kêleka Zeynep Durgut in

28 HEZÎRAN 2025 - 19:39
Dogan: Gelê me rêya aştiyê vekir

Dogan: Gelê me rêya aştiyê vekir

28 HEZÎRAN 2025 - 16:31
Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windan pirsîn

Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windan pirsîn

28 HEZÎRAN 2025 - 15:49
Dayikên Şemiyê 1057 hefte ne li edaletê digerin

Dayikên Şemiyê 1057 hefte ne li edaletê digerin

28 HEZÎRAN 2025 - 14:54
HPG NRÇ: Êrîşên artêşa tirk ên li ser hêzên me didomin

HPG NRÇ: Êrîşên artêşa tirk ên li ser hêzên me didomin

28 HEZÎRAN 2025 - 14:01
HPGê der barê Serhat Ceylan de daxuyanî da

HPGê der barê Serhat Ceylan de daxuyanî da

28 HEZÎRAN 2025 - 13:32
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mîhrîcana Çand û Xwezaya Jinê dest pê kir

    Mîhrîcana Çand û Xwezaya Jinê dest pê kir

    Keskîn  Bayindir: Heta statuya  Kurdistanê dê têkoşîn bidome

    Keskîn  Bayindir: Heta statuya  Kurdistanê dê têkoşîn bidome

    Îranê kolberek kuşt

    Îranê kolberek kuşt

    Grossi: Îran dikare dest bi hilberîna uranyumê bike

    Grossi: Îran dikare dest bi hilberîna uranyumê bike

    Rêwiyê aştiyê: Orhan Dogan

    Rêwiyê aştiyê: Orhan Dogan

    Hikmet û Heqîqeta Şêx Seîdan

    Hikmet û Heqîqeta Şêx Seîdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Mîhrîcana Çand û Xwezaya Jinê dest pê kir

    Mîhrîcana Çand û Xwezaya Jinê dest pê kir

    Keskîn  Bayindir: Heta statuya  Kurdistanê dê têkoşîn bidome

    Keskîn  Bayindir: Heta statuya  Kurdistanê dê têkoşîn bidome

    Îranê kolberek kuşt

    Îranê kolberek kuşt

    Grossi: Îran dikare dest bi hilberîna uranyumê bike

    Grossi: Îran dikare dest bi hilberîna uranyumê bike

    Rêwiyê aştiyê: Orhan Dogan

    Rêwiyê aştiyê: Orhan Dogan

    Hikmet û Heqîqeta Şêx Seîdan

    Hikmet û Heqîqeta Şêx Seîdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di êrîşên Tirkiyeyê de 92 welatî hatin kuştin

Navenda Nûçeyan /AW

12 ÇILE 2025 - 10:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Ji mijdara 2024an heta niha di êrîşên Tirkiyeyê de 92 welatî hatin kuştin û 43 welatî jî birîndar bûn. Di koçberiya ji Efrînê de jî 300 welatî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Dewleta Tirk, bi balafirên şer ên bêmirov (SÎHA) her roj li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk tîne. Di êrîşên hewayî de her roj mirov tên kuştin. Dîsa li aliyê din balafirên şer her roj çavkaniyên jiyanê dikin hedef û zerarek mezin dide gel. Herî dawî şevê din balafira şer a Dewleta Tirk li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê maleke sivîlan bombebaran kir. Di êrîşa hewayî ya balafira şer de 2 zarok û bavê wan bi giştî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de 5 kes jî birîndar bûn. Li gorî nûçeya ku nûçegîhanê ANHAyê Ehmet Smîr amade kiriye, ji mijdara 2024an heta niha di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de 92 kes hatin kuştin.

Li gorî daneyên nûçeyê bîlançoya êrîşan wiha ye:

28ê mijdara 2024an dewleta Tirk, gundê Xirnata yê Efrînê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de şêniyê bi navê Delîl Fewaz Îbo (28) birîndar bûn.

29ê mijdara 2024an dewleta Tirk êrişî gundê Helîsa yê Efrînê kir. Di encamê de zaroka bi navê Rosêl Mihemed Xelef (13) û şêniyê bi navê Mihemed Arif Hac Mehmûd (40) hatin kuştin. Hisên Mihemed Hesen Xelef (9) û Murad Mihemed Hac Mehmûd (14) jî birîndar bûn.

30ê mijdarê dewleta Tirk êrişî gundên Bênê û Hirbil ên kantona Efrîn-Şehbayê kirin. Di encama êrişê de Ciwan Mihemed Elî (26) birîndar bû.

Kanûna 2024an

1ê kanûnê zarokên bi navên Xidir Mehlî (2), Zeyneb Murad (3), Mehlî Mehlî (44) û Kinco Remo (41) dema ji herêma Heyderiyê yê Helebê vedigeriyan gundê xwe (Nîbreyê) di êrişa Dewleta Tirk de birîndar bûn. Di heman rojê de balafireke bê mirov a bi çek a Dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo-Hesekê erebeyek bombebaran kir. Di encamê de şêniyê bi Ebdulezîz Selahedîn Şêxo jiyana xwe ji dest da.

2ê kanûnê li çerxerêya Şîhan a li Helebê di êrişa sûîqastên çeteyan de şêniyê bi navê Cemal Mursel û kurê wî Hesen hatin kuştin. Hevjîna Ceml û keça wî jî bi giranî birîndar bûn.

4ê kanûnê balafireke bê mirov a Tirkiyeyê li bajarê Dêrikê êrişî cihekî şûştina erebeyan pêk anîn. Di êrişê de şêniyên bi navê Ebdullah Elî El Ehmed û Enes Temam Mihemed hatin kuştin.

5ê kanûnê di êrişa Dewleta Tirk ya li ser gundê Boxazê yê Minbicê de Zehara Elî El Ceban (23) û birayê wê Ehmed Elî El Ceban hatin kuştin. Di êrişa li ser gundê Faratê yê heman bajarê de jina bi navê Nedîme El Hisên El Hemûd (45) şehîd bû û jina bi navê Seida El Ferc (45) bi giranî birîndar bû.

7ê kanûnê Dewleta Tirk bajarokê Erîma topbaran kir. Ji ber topbaranê ciwanê bi navê Xalid Ridwan (19) birîndar bû. Jina bi navê Fetûma El Mihemed (23) a ji gundê Cib Mexzûm û Berekat Ebduselam (48) ê ji gundê Cebla Hemar ên Minbicê de birîndar bûn.

8ê kanûnê Dewleta Tirk bi balafireke bê mirov a bi çek komkujiyek li gundê Misterîha yê rojavayê bajarê Eyn Îsayê kir. Di encamê de piranî jin û zarok 12 kes hatin kuştin. Kesên bi navê Mihemed Îbrahîm El Îdo (70), Mistefa Îbrahîm El Îdo (50), Îsmaîl Mehmûd El Îdo (12), Hesen Mistefa El Îdo (1), Ebdulqadir Mistefa El Îdo (10), Ruqeya Osman El Îdo (45), Kewser Mistefa El Îdo (17), Nûma Mistefa El Îdo (16), Zemzem Mistefa El Îdo (12), Neda Mihemed El Îdo (15), Tirkiya Mihemed El Îdo (30), Ebîr Ehmed El Feneş (22) jiyana xwe ji dest dan.

9ê kanûnê balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk gundên Hermel û Mihermela yên bajarê Zirganê bombebaran kirin. Di êrîşê de şêniyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn. Dewletê li gundê Xerfan ê Minbicê komkujiyek kir. Di komkujiyê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

10ê kanûnê di êrişa Dewleta Tirk a li ser Minbicê de endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemer El Sûd, Eyşe Ebdulqadir û Îman jiyana xwe ji dest dan. Di heman rojê de di êrişa li gundê Cada ya Mezin ê li başûrê rojavayê bajarê Kobanê de şêniyê bi navê Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (25), Şehed Mehmûd Şêx Elî (12) jiyana xwe ji dest dan. Umer Mehmûd Şêx Elî (10), Mehmûd Mehmûd Şêx Elî (8) jî birîndar bûn.

Di heman rojê de, Dewleta Tirk bi balafirên bê mirov ên bi çek gundê Sufiyan ê rojavayê bajarê Girê Spî bombebaran kir û komkujî pêk anî. Di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên bi navê Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Meihemd El Abdo, Ebdulkerîm El Abdo, Delal Silêman, Nadiya Silêman û zarokên bi navên Casim Silêman û Husam Silêman jiyana xwe ji dest dan.

11ê kanûnê, di êrişa li ser gundê Til Cuma yê bajarê Til Temirê de şêniyek birîndar bûn. Di heman rojê de Dewleta Tirk li Kobanê ambulansek bombebaran kir. Di encamê de ajokarê ambulansê û birîrndarek jiyana xwe ji dest dan. Her wiha şêniyek û hemşîreyek bi giranî birîndaran bûn. Di heman rojê de çeteyên dewleta Tirk li Pira Qereqozaqê li erebeyek sivîlan da. Di encamê de jina bi navê Zahîde Kûsî (60) jiyana xwe ji dest da û neviyê wê Ciwan (8) birîndar bû.

14ê kanûnê, Dewleta Tirk li bajarê Minbicê şêniyê bi navê Cemal El Şêxanî El Nîvî qetil kir.

19ê kanûnê, balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk li ser rêya Bendava Tişrînê- Sirînê erebeya rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bombebaran kir. Di bombebaranê de rojnameger Cîhan û Nazim jiyana xwe ji dest dan. Ajokarê erebeyê Ezîz Hac Bozan jî birîndar bû.

21ê kanûnê, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk rêya Hol-Til Birakê bombebaran kir. Di encamê de endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Basim Şedadê, endama HPCê Ebîr El Xilêf û endamê Meclisa Rûspiyan Ehmed El Temî jiyana xwe ji dest dan. Serokê Meclisa Rûspiyan a Til Birakê Bunyan Hesnawî El Cedû bi giranî birîndar bû.

22ê kanûnê di êrişa dewleta Tirk a li ser gundê Cada yê bajarê Kobanê Sewsen Xelef (35) û keça wê Nesîm Xelef (12) jiyana xwe ji dest dan.

27ê kanûnê komeke çete êrişî Şaredariya Gel a bajarokê Tişrînê yê kantona Reqayê kir û gardiyanê wê Mihemed Muslim qetil kir.

28ê kanûnê de komên girêdayî dewleta Tirk li bajarokê Bilbilê yê Efrînê ciwanê bi navê Dijwar Beto (22) serjê kir.

31ê kanûnê leşkerên dewleta Tirk ên li ser sînor gundê Qeremoxê yê rojhilatê bajarê Kobanê gulebebaran kir. Di encamê de ciwanê bi navê Mihemed Nesan Seîd birîndar bû.

Çileya 2025an

6ê çileya 2025an, de leşkeran gundê Cedîda yê bakurê bajarê Eyn Îsayê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de şêniyê bi navê Emar Hemed Elî El Hisên (45) bi giranî birîndar bû.

8ê çileyê balafira bê mirov a bi çek a Dewleta Tirk karwanê gel ê ji bo parastinê diçû Bendava Tişrînê bombebaran kir. Di bombebaranê de endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Şihab El Hemed, Azad Ferhan Mihemed Hesan û Zozan Hemo jiyana xwe ji dest dan. Di heman rojê de gundê Girik ê bajarê Kobanê jî bombebarankirin. Di encamê de şêniyên bi navên Elî Şaşo û Mistefa Ebdî şehîd bûn. Di heman rojê de balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser xaçerêya gundê Girkê Xeco yê Dêrikê erebeyek kir hedef. Di encamê de sivîlek şehîd bû û yek din bi giranî birîndar bû.

Sûcên din

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê agahiyên der barê sûcên ku çeteyên dewleta Tirk di rêwîtiya koçberkirina xelkê Efrîn-Şehbayê de kirine, bi me re parve kirin.

Li gorî rêxistinê sûcên ku di Kanûna 2024an de li dijî xelkê kantona Efrîn-Şehbayê hatine kirin wiha ne:

Di nav de 17 jin, 145 kes hatin revandin.

Di rêwîtiya koçberiya bi darê zor de, di nav de kesek bi temen ji ber krîza dil û 2 zarok ji ber sermayê şehîd bûn.

Di nav de 3 jin û zarok, îşkence li 16 kesan hate kirin.

Li gundê Şêxûrêzê yê bajarê Efrînê 30 darên zeytûnan hatin birîn.

Piştî dagirkirina Şehbayê (2 Kanûn 2024), çarenûsa 300 kesan ku piranî ciwan û jin in nayê zanîn.

Li gorî heman rêxistinê, sûcên li Minbic, Kobanê, Zirgan û Eyn Îsayê hatine kirin jî bi vî rengî ne:

Di nav de zêdetirî 5 jin 16 kes hatin revandin.

Di nav de 6 zarok û 10 jin 61 kes hatin qetilkirin.

Li gel van sûcan jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî qadên xizmetguzarî wekî embarên genim, kargeha şekir, santarlên ceyranê û bendava Tişrînê kir. Di qanûnên navneteweyî de ev êriş sûcên şer in.

Etîket: 20242025Cîhan Bîlgindewleta TirkkanûnêMijdarêNazim Taştan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Fragmana fîlmê ji bo Nazim û Cîhanê ket weşanê

Fragmana fîlmê ji bo Nazim û Cîhanê ket weşanê

24 HEZÎRAN 2025
Artêşa Tirk gundên Dihokê bombebaran kir

Artêşa Tirk gundên Dihokê bombebaran kir

20 HEZÎRAN 2025
Danişîna doza rojnamegeran hat taloqkirin

Danişîna rojnamegeran hat taloqkirin

27 GULAN 2025
Mîhrîcana Nûjiyan dest pê kir

Mîhrîcana Nûjiyan dest pê kir

26 GULAN 2025
Tevî biryara xwefesixkirinê jî êrişên Tirkiyeyê didomin

Tevî biryara xwefesixkirinê jî êrişên Tirkiyeyê didomin

20 GULAN 2025
Danişîna doza rojnamegeran hat taloqkirin

Danişîna doza rojnamegeran hat taloqkirin

11 NÎSAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (440)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne