Wan – Piştî eşkerekirina belgeyên doza Jeffrey Epsteîn, tora destdirêjiya li zarokan û bazirganiya mirovan a navneteweyî derket holê. Bi eşkerekirina van belgeyan angaştên salên 90î yên derbarê Mehmet Agar, Tansû Çîller û Joris Demmink careke din hatin rojevê.
Wezareta Dadê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi mîlyonan belgeyên nû yên têkildarî doza Jeffrey Epstein ku bi destdirêjiyê hatibû mehkûmkirin, eşkere kir. Di vê çarçoveyê de 3 milyon rûpel, 180 hezar wêne û 2 hezar jî dîmen di 30ê çileyê de hatin weşandin. Di van belgeyan de navê gelek siyasetmedar, hunermend, dewlemend û kesayetên navdar derbas dibin. Doza Jeffrey Epstein ne tenê dozeke yasayî ye ku bi sûcên takekesî ve sînordar e, her wiha ew dosyayeke dîrokî ye ku pergaleke gerdûnî ya destdirêjiya li zarokan, bazirganiya mirovan û bêcezatiyê eşkere dike ku tê de siyaset, sermiyan, îstîxbarat û torên medyayê digihîjin hev. Di vê dozê de sûcên şênber destdirêjiya zayendî, tora fihûşê, bazirganiya zarokan, avakirina rêxistina sûc, komplo û şantaj ku hatine tespîtkirin, hatine kirin.
Giliyê ewil a derbarê Epsteîn de
Di Nîsana 2005an de, polîsên bajarê Palm Beach ya eyaleta Floridayê, li ser giliya destdirêjiya li zarokeke 14 salî doz li Jeffrey Epsteîn vekir. Piştî lêpirsînê, Epstein di 30ê Hezîrana 2008an de ji hêla dadgeheke eyaleta Florida ve bi sûcê destdirêjiya 2 zarokan a bi armanca fihuşê hate mehkûmkirin. Rayedarên federal ên ku lêpirsîna Epstein ku 13 mehan di bin çavdêriyê de bû, dikirin, derxistin holê ku destdirêjî li 36 zarokên din jî hatiye kirin.
Mirina biguman a Epsteîn
Jeffrey Epstein di 6ê Tîrmeha 2019an de careke din ji ber sûcên destdirêjiya li zarokan û fihûşê hate girtin û ew şandin Girtîgeha Metropolîtan a li New Yorkê. Di 10ê Tebaxa 2019an de Epsteîn di hucreya ku tê de bû, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Her çend parêzerên Epstein ji bo ronîkirina mirina wî serlêdan kiribe jî, bişîjkan sedema mirina Epsteîn wekî “xwekuştin” ragihand.

Mirina Epsteîn nebû sedema girtina dozê
Bûyerên ku di sala 2019an de bi mirina Jeffrey Epstein a di girtîgehê de gihîştin lûtkeyê, nebûn sedema girtina dozê. Berovajî vê wan nîqaşek li ser toreke sûc a berfirehtir dan destpêkirin. Bi mîlyonan rûpelên belgeyên dadgehê, îfadeyên şahidan û nameyên ku di navbera salên 2024 û 2026an de hatine weşandin nîşan didin ku Epsteîn bi tena serê xwe tevnegeriyaye, têkiliyên wî yên navneteweyî hebûn û beşek girîng ji van têkiliyan qet bi bandor nehatine lêkolînkirin.
Navên kesayetên navdar
Belgeyên nû yên ku di destpêka sala 2026an de hatine weşandin, qeydên têkiliyên di navbera Epsteîn û gelek siyasetmedar, karsaz û kesayetên navdar de dihewînin. Tenê behskirina navan di van belgeyan de ji hêla qanûnî ve nayê wateya sûcdariyê, lê nîqaşên li ser dînamîkên hêzê û bêcezatiyê kûrtir dike. Ji aliyê siyasetê ve navê Bîll Clînton, Donald Trûmp, Peter Mandelson û Prens Andrew ku piştî angaştên derbarê wî de birayê wî Qralê Ingilîstanê Charles hemû nav û unwanên Prens Andrew ji wî hilgirtiye û ji qesrê kiriye der. Her wiha navê Michael Jackson, Kevin Spacey, David Copperfield, Naomi Campbell hwd. jî di nava belgeyên dozê hatine tespîtkirin.
Têkiliya bi Tirkiyeyê re
Di dosyayên Epsteîn de, Tirkiye ne rasterast wekî navenda sûc tê behs kirin, lê di asta ragihandin, name, têkilî û behskirina navan de tê behs kirin. Lêbelê, eşkere ye ku van têkiliyan heta radeyekê nakokî çêkirine ku dê encamên wê yên siyasî û giştî hebin. Di belgeyên hatine eşkerekirin de navê Koleja Robert, Otela Rîksos (Rîxos) û xwediyê wê Fettah Tamînce û serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Ahmet Davûtoglû derbas dibin. Navê Ahmet Davûtoglû di hin belgeyan de di çarçoveya têkiliyên dîplomatîk û akademîk ên derdora Epsteîn de hatiye behs kirin. Lê ev yek ji aliyê derdorê Davûtoglû ve hat redkirin.
Tê angaştkirin ku Serdozgeriya Enqereyê dest bi lêkolînê kiriye
Partiyên mixalefetê daxwaza lêpirsîneke di bin banê parlementoyê de li ser belgeyên Epstein kirin ku tê de behsa têkiliyên bi Tirkiyeyê re jî tê kirin. Hin dezgehên medyayê ragihandine ku Serdozgeriya Giştî ya Enqerê wekî beşek ji lêpirsîneke destpêkê angaştan lêkolîn dike. Raporên çapemeniya neteweyî yên li ser dozê bi taybetî tekez kirine ku piraniya têkiliyên bi Tirkiyeyê re di asta trafîka e-maîlan, peywendî û şibandina navan de ye.

Erdheja 1999an û angaşta zarokên winda
Angaşta ku windabûna zarokên mexdûrê erdheja 1999an a Stenbolê bi medyaya dîjîtal re sînordar mane. Heta niha tu belgeyên fermî an jî belgeyên bi ispat nehatine pêşkêşkirin an jî eşkere kirin, lewma ev yek weke angaşt dimîne û tişteke şênber nîne. Lêbelê ev angaşt roj bi roj pirtir tê ser ziman û pirsgirêkeke mezin di xwe de dihewîne.
Ji salên 90î çend angaşt: Bûyera Joris Demmink
Di salên 1990an de li gorî çend nûçeyên hatine teyîtkirî, Wezîrê Dadê yê wê demê Mehmet Agar û Serokwezîra wê demê Tansû Çîller 2 zarokên temenê wan 12 û 16 salî dane Sekreterê Wezîrê Dadê yê Hollandayê Joris Demmink ê wê demê û Demmînk jî destdirêjî li van zarokan kiriye. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya IHDê Eren Keskînê jî ev angaşt piştrast kiribû û gotibû ku wê bi wan zarokan re hevdîtin kiriye. Tê angaştkirin ku ev destdirêjî ji hêla Agar û Çîllerê ve tê qeydkirin û bi van qeydan şantaj li dijî kesayetên polîtîk û peymanên leşkerî tê kirin. Heta tê gotin ku ji bo girtina bazirganê hişbirê yê Lîceyî Huseyîn Baybaşîn ev qeyd bi awayekî çalak tên bikaranîn.
Mirina zarokan a bigûman a di nexweşxaneyan de
Angaşteke din jî ew e ku di sala 2008an e de li Nexweşxaneya Zekai Tahîr Bûrak ku hate ragihandin di mehekê de 49 pitik ji ber enfeksiyonê mirine û cenazeyên wan jî nedane malbatên wan. Wêne û daxuyaniyên paşê yên rayedarên ku wê demê li ser kar bûn nîşan dan ku ev zarok di qutiyên karton de birine apartmanên kirêkirî yên li kêleka nexweşxaneyê û bi îhtîmaleke mezin bi dizî ji welêt hatine derxistin. Her wiha heman angaşt derbarê Nexweşxaneya Kanûnî Sûltan Suleyman a Stenbolê de jî dem dem hatine kirin.
Gelo zarokê 5 salî çawa çû Hollandayê
Mînaka herî dawî, doza zarokekî 5 salî ye ku di sala 2023an de li bajarê Maastricht a Hollanda bi tena serê xwe hatibû dîtin û derket holê ku ew zarok mexdûrê erdheja 6ê Sibatê ye. Hollandayê nameyeke fermî derbarê zarok de ji Tirkiyeyê re şandiye. Lê pirsa herî mezin ev e ku ev zarokê 5 salî ku bêkes e çawa çûye Hollandayê.
Ev doz nêzikatiya pergala kapîtalîst û hişmendiya netewe-dewletê ya li hember jiyana mirov û taybetî jî zarokan nîşan dide. Li gorî hiqûqa navneteweyî dewlet dikarin pêşiya bûyerên wiha bigirin, lêbelê berovajî vê yekê hişmendiya dewletan van kiryarên dijmirovî weke amûrekê ji bo berjewendî û şantajan bi awayekî sîstematîk bi kar tînin. Her wiha di qanûnên navneteweyî de mafên zarokan hatine misogerkirin, lêbelê ev doz nîşan dide ku ev qanûn û komîteyên ji bo parastina zarokan hatine avakirin, çiqas lawaz û bêbandor in.













