Tevgera ‘Ji Qralan re Na’ ya DYAyê, li dijî polîtîkayên otorîter bi boneya 80emîn rojbûna wî dê li dehan navendan bi awayek girseyî dakevin kolanan û Donald Trump şermezar bikin. Tevgerê li dijî siyaseta dîktatorî banga mezinkirina têkoşîn kir.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bertek û xebatên rêxistinkirî yên li dijî polîtîkayên zordar û tekperest ên Serok Donald Trump her ku diçe berfirehtir dibin. Tevgera girseyî ya bi navê ‘Ji Qralan re Na’ ragihand ku dê bi boneya 80emîn rojbûna Serokê DYAyê Donald Trump di 14ê Hezîranê li seranserê welêt dakevin qadan û xwepêşandanan li dar bixin.
‘Em ê çîroka hêza gelan binivîsin’
Tevgerê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser metirsiya sîstema heyî. Di daxuyaniyê de bang li gelên DYAyê hate kirin ku li hemberî xeteriyê bêdeng nemînin û ev peyam hate dayîn: “250 salên pêşiya me bi me dest pê dikin. Dema ku Amerîka nêzîkî salvegera xwe dibe, em li ser çîroka ku em dê vebêjin biryarekê didin. Em dikarin destûrê bidin ku ev qonaxa dîrokî ji aliyê siyaseta lîderên zordest û gendeliyê ve bê birêvebirin. An jî em dikarin çîroka Amerîkayê veguherînin çîroka wan gelan ku bêyî cudahiya nijad, nasname, bawerî û civakê li hev kom bûne; daku mafên xwe biparêzin û pêşerojeke xwe dispêre hêza gelan ava bikin.”
‘Rabin ser piyan, pêşeroja xwe rêxistin bikin’
Di berdewamiya daxuyaniyê de peyama berxwedanê hate dayîn û wiha hate gotin: “Em di 14ê Hezîranê de radibin ser pêyan, dengê xwe bilind dikin. Em bi rêxistinbûna xwe pêşerojê ava bikin.”
Navenda çalakiyê New York e
Di çarçoveya bernameya Tevgerê de, navenda protestoyan wê bajarê New Yorkê be û li wir dê konsereke girseyî bê lidarxistin. Her wiha Tevgerê ji bo kesên ku nikarin beşdarî çalakiya navendî bibin, li 11 eyaletên cuda bi giştî 18 mitîngan organîze dike.













