Navenda Nûçeyan – Di peymana ku di navbera Rêveberiya Xweser-HSDê û Hikûmeta Demki ya Sûriyeyê hate îmzekirin de xaleke herî girîng jî bi dawîkirina dagirkeriya li bajarên Kurdan yên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bû. Di gel demeke dirêj di ser de derbas bûye jî dewleta Tirk hê jî ev herêm vala nekirine da ku niştecihên van bajaran vegerin warê xwe. Yek ji van bajarên di bin dagirkeriyê de ye jî Girê Spî ye ku di êrişa 2019an de hatibû dagirkirin. Girê Spî ew herêm e ku berê ji hêla Rejîma Baas ve ji bo bandora Kurdan lê bê şikandin bi demografiya wê hatibû lîstin. Niha ev bajar jî li bende ye ku dagirkeriya li ser bi dawî bibe.
Li Sûrî di 29ê Çileyê de peymanek di navbera Rêveberiya Xweser – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hate îmzekirin. Gelek xalên girîng ji bo çareseriyê di vê peymanê de hene. Yek ji xalên girîng ku weke xala 14mîn di peymanê de cîh girtibû, behsa bidawîkirina dagirkeriya li hin herêmên Kurdan û vegera welatiyan dikir. Yek ji van herêman jî Girê Spî ye ku tevlî Serêkaniyê di sala 2019an de hatibû dagirkirin. Di beşa sêyem ya vê rêzedosyayê de em ê li ser dîrok, çand, erdnîgarî û demografiya herêma Girê Spî bisekinin. Her wiha Girê Sibî ji bo ji herêmên Kurdan bê veqetandin çawa bi parêzgeha Reqayê ve hate girêdan û di 2019an de çawa hate dagirkirin, gelên li vê herêmê dijîn çawa hatin koçberkirin, emê bi berfirehî binirxînin.
Nazdara ber dilê Rojava: Girê Spî
Girê Spî ango bi Erebî “Til Ebyad” bajarekî li Rojavayê Kurdistanê ye. Bajarê Girê Spî dikeve rojhilatê bajarê Kobaniyê û rojavayê bajarê Serêkaniyê. Bajar bi temamî li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye cîranê navçeya Kaniya Xezala (Akçakale) ya Rihayê ye. Ji ber ku tam li sînorê Bakur e, ev bajar bi deriyê xwe yê sînorê ve navdar e. Girê Spî him herêma Kobaniyê û him herêma Cizîrê digihînê hevdu. Loma bajar ji bo Kurdan girîngiyeke xwe ya taybet heye.
Navçeya Girê Spî gelekî dewlemend e û wekî herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê bi çandinî ve gelek navdar e. Heta salên 80yî, ango beriya miçiqandina piraniya kaniyan, tûrîst ji bajarên din yên Sûrî dihatin navçeyê ji bona seyranê û xwe di kaniyan de dişûştin.
Ji ber dîroka kevn ya navçeyê, Girê Spî bi deşt û girên xwe navdar e. Navê Girê Spî ji navê girekî Spî tê. Li navçeyê girên din jî hene wekî Girê Kesk, Girê Sor û Kopirlik. Herwiha cihên dîrokî jî li herêmê hene wekî gundê Xanê.
Ji ber ku dixwazin ev herêm weke herêmeke Ereb bihesibînin pêdivî pê heye mirov li ser dîroka Girê Spî baş bisekine. Ji ber ku ev herêm bi sedsalane di destê Kurdan de ye lê di çarçoveya projeya “Kembera Ereb” de hatiye xwestin demografiya wê bê guhertin. Lê dîroka herêmê niştecihbûna Kurdan pesend dike. Niha em hinek ber bi dîroka kevin de herin. Di vê beşa dîrokê de emê ji lêkolîna Baker Alkurdo ya li ser Girê Spî ku di kovara Kurd’Înalco’de hatiye weşandin sûd wergirin.
Li warê Kurdan dîroka berxwedêr
Weke tê zanîn dewleta Osmanî di sala 1514an cara pêşî beşeke mezin ji axa Kurdistanê dagir kir û hêdî hêdî gelek herêmên din yên Kurdistanê kirin bin dagirkeriya xwe. Piştî dagirkirina Kurdistanê bi 2 salan, artêşa Osmanî êrişî Mamalûkan kir, di şerê Merc Dabiqê de (24 tebaxê 1516) bi ser ket û beşeke ji erdê Sûriya îro, tevlî axa dewleta xwe kir. Bi dû re, di sala 1517an de, Osmaniyan bajar û gundewarên Pirsûsê (Riha) dagir kirin, ev jî tê wê wateyê ku di vê dîrokê de navçeya Girê Sipî jî ketiye bin destê Osmaniyan.
Tevî ku Kurdistan kete bin destê desthilatdariya Osmaniyan, mîrên Kurdan rêkeftinek bi Osmaniyan re îmze kirin. Li gorî vê rêkeftinê mîrikên Kurdan serdestiya Osmaniyan bi şertê serdestiya li herêmên xwe qebûl dikirin. Ev rêkeftin hîşt ku Sultan otonomiyeke mezin bide mîrên Kurdistanê, wekî mîrê Botanê, mîrê Hekariyê, mîrê Badînanê û hwd. Tevî ku herêmên bin destê mîrîtiyên Milan de ne beşeke ji vê peymanê bû; mîrê Milan xwedî bandoreke mezin bû û ev mîrîtî hêdî hêdî ber bi otonomiyê ve diçû. Di sedsala 18an de gelek navçe û herêm bin destê Kurdên Milî de bû. Yek ji van herêma jî piranî gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê, bakurê Sûrî bû. Ango navçeya Girê Sipî jî di bin kontrola kurdên Milî de bû. Di wê serdemê de Milî heta Reqqa û Dêrezorê dixin bin kontrola xwe. Lê belê di vê serdemê de piştî polîtîkaya Osmaniyan ji bo hevkariya Kurdan diguhere gelek eşîrên Ereban ji bo vê herêmê bidest bêxin dikevin nava hewldanan.
Eşîrên weke Tey û Şemer yên Ereb hewl didin herêmê ji bin kontrola Milan derxînin. Gelek gundên Kurdan tên talankirin.
Pişti van bûyeran, dewleta Osmanî careke din dest bi kontrolkirina wîlayeta Helepê û Şamê kir. Di sala 1835an de, yekem Qereqol li Dêrezorê hate avakirin û di sala 1854an de Osmaniyan sanceqa Dêrezorê ava kir û qezaya Reqqayê tevî sanceqa Dêrezorê kir. Tevî van guhartinên li herêmê û êrişên Tey û Şemer, paşayê nû yê Milan, Mehmûd Beg, tola Kurdan hilanî û herêmên xwe ji Ereban rizgar kir.
Di sedsala 17an de çend eşîrên Ereb weke Tay ji Erebistana Siûdî hatin û li herêma Dêrezorê û li başûra Hesekê bi cih bûn. Herwiha eşîrên Efadla, Bagara û Egêdatanê ji Erebistanê hatin û li Dêrezorê jî bi cih bûn. Di ser riya xwe de eşira Eneza bajar talan kirin. Di sedsala 19an de, piştî şoreşa wihabiyan li Erebistana Siûdî, eşîrên ereb koçberê herêmê rojhilatê Firat û Cizîrê bûn. Di sedsala 19an de, cara pêşî eşîrên Ereb Feedan û Walida li derdora çemê Belîx û Bozaniyê (Eyn Îsê) bi cih bûn. Lê beriya vê dîrokê hîn eşirên Ereban li navçeya Girê Spî bi cih nebûbûn. Di destpêka sala 1880yan de, koçerên Ereb dest bi kontrolkirina erdên ber çemê Bilîxê kirin, ev kontrol bi giştî li herêma Eyn Îsa fireh bû.
Tevî ku Ereb hatin vê herêmê, Kurdên Berazî ji cihê xwe neleqiyan û li devera ji Rojavayê Girê Spî heta Kobaniyê, jiyana xwe berdewan dikirin. Lê belê, erdê ji Rojavayê Girê Spî heta Serêkaniyê, hêdî hêdî ji bin bandora Kurdên Milî derdiket. Piştî êrişa eşîrên Ereban, Kurdên Milî li navçeya Girê Spî kêm dibin û herwiha Kurdên Berazan xwe li Rojavaya Girê Spî diparêzin û bi hêz dibin.

Projeya ‘Kembera Ereb’ û daxwaza jihevqetandina herêmên Kurdan
Weke xuyadike navçeya Girê Sipî herdem di bin bandora Kurdan de bûye. Her wiha bicihkirina pêkhateyên Ereb li herêma Girê Sipî nû ye. Di salên 1960–1970’an de, rejîma Baasê projeya bi navê “Kembera Ereb” da dest pê kirin. Armanca bingehîn qutkirina pêwendiya axa Kurdan li sînorê Tirkiyeyê û guhertina pêkhateya demografîk bû. Di vê çarçoveyê de Girê Spî ji herêmên Kurdan ve hate veqetandin, bi rêbazekî fermî bi parêzgeha Reqqayê ve hate girêdan û malbatên Ereb ji herêmên din anîn û li axa Kurdan bicihkirin. Ev proje Girê Spî veguherand navçeyek ku li ser wê siyaseta Erabîkirinê tê ceribandin, şertên civakî û neteweyî bi awayekî demdirêj guherandin.
Tevî ku Kurd navçeya Girê Spî ser bi herêma Kobanê dihesibînin, di sîstema rêvebiriya dewleta Sûrî de, ev navçe ser bi parêzgeha Reqayê ye û Kobanê jî ser bi parêzgeha Helebê ye. Balkêşe ku Girê Spî ewqas nêzîkê parêzgehên Helebê, an Hesekê ye jî bi Reqa ve hatiye girêdan. Liv ir armenc vekirî tê fêmkirin ku xwestine herêmên Rojavayê Kurdistanê ji hev biqetînin.
Demografî û çanda herêmê
Piştî Şoreşa Rojava ku Rêvebiriya Xweser hate damezirandin bajarê Girê Spî di sala 2015an de ji çeteyan hat rizgarkirin. Piştî rizgariya wê ev navçe bû beşek ji kantona Kobanê. Ji ber ku ew pêwendiyên dîrokî û civakî bûn ku di navbera herêmên Kobaniyê û Girê Sipî’yê de hebûn. Ango herêma Girê Sipî çi ji warê dîrokê de û çi jî di warê civakî de bi herêma Kobanê ve girêdayî ye.
Piraniya niştecihên rojavayê bajarê Girê Spî Kurd in, lê di nav bajêr de netewên din jî dijîn; ji ber vê yekê ye ku bajarê Girê Spî wek Sûriyeke biçûk tê naskirin. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkman bi salan in ku jiyaneke hevbeş didomînin. Di avakirina bajarê Girê Spî de, gelê Ermen roleke girîng lîstine. Piştî qirkirina ku Îtîhad û Tereqî pêk anî, pêkhateyên Ermen li herêmê bi cîh bûn û ew bûn yek ji aktorên sereke di avakirina bajarê Girê Spî de.
Berî dagirkeriya sala 2019an, Girê Spî herêmek bû ku Kurdan, Ereb û Turkmen bi hev re dijîyan. Li gundên derdora bajarê Kurdan bi giranî hebûn û jiyana civakî li ser bingeha hevjiyana neteweyî dimeşî. Tevî projeya Kembera Ereb, hebûna Kurdan di ax, çand û jiyana rojane de hê jî bi hêz bû.
Êrişa tunekirinê ya 9ê Cotmehê û qetlîama sivîlan
Di 9ê Cotmeha 2019an de, Girê Spî, bi tevlî Serêkaniyê ji hêla hêzên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê rastî êrişeke giran hat. Di êrişa ku weke “Bariş Pinari” hatibû binavkirin de balefirên şer hatin bikaranîn û qetlîamek mezin pêk hat. Ev êriş bi erêkirina Amerîka û Neteweyên Yekbûyî pêk hatibû. Ji ber ku beriya êrişê Amerîka baregehên xwe yên herêmê vala kiribû.
Dema ev êriş li ser Girê Spî û Serêkaniyê destpê kir di heman demê de bombebaran li ser bajarên Qamişlo û Eyn îsa jî hate kirin. Di êrişan de cih û warên sivîl pir caran hatin hedefgirtin û rûxandin, di encamê de gelek mirov birîndar bun û gelek jî hatin qetil kirin. Bi gi?tî 23 nexweşxane û avahiyên karûbarên tenduristî hatin rûxandin, 8 xebatkarên tenduristiyê hatin qetil kirin û 7 xebatkar jî birîndar bûn. Dewleta Tirk kiryarên derveyî mirovahiyê ku weke qetilkirina dîlên şer pêkanîn û di encamê de 3 dîlên şer hatin qetilkirin. Di 10ê Cotmehê de bombebarana bi balafirên ?er yên Tirkîyê binesazîya avê û tendurustiyê hedef hat girtin. Herwiha di 12ê Cotmeha 2019an de jî sekretera giştî a Partiya Pêşerojê a Suriyê Hevrîn Xelef, li ser riya M4 di navbera Til Temir-Eyn Îsa de ji aliyê çeteyan ve bi gulebarankirinê hate qetilkirin. Dîmenên vê qetlîamê ji aliyê çeteyên Ehrar El Şarqiyê ve hat weşandin. Diyarbû ku Hevrîn Xelef bi awayekî plankirî hatibû armanckirin, ji ber ku Hevrîn Xelef pê?enga azadiya Jin û vesazîkirina konfederlalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn bû.
Di êrişên Tirkiyê yên di dîroka 10-13ê Cotmehê li hemberî sivîlan çeka fosfor hat bikaranîn. Li gor lêkolîna rêveberên PEAS enstutiya Swîsrê bikaranina çekên fosfor hate tespît kirin. Dîsa pisporê Epîdemîlojî, Mîkrobiyolojî û îmmunolojiyê Dr. Ebas Mensuran li gorî lêkolînên kirî da diyar kirin ku di 30 kesên ku di nav wande sê zarok hebûn bandora çekên kimyawî hatiye dîtin.
Rojnameger hedef hatin girtin
Di 13ê Cotmehê de konvoya sivîlan a ku ji bo piştgirî bidin berxwedana Serêkaniyê, ji aliyê balafirên Tirkîyê ve hate hedef girtin. Di vê êrişê de nûçegihanê ANHA Seed Ehmed û nûçegihanê Çira Tv Mihemed Reşo di nav de 13 sivîl hatin qetilkirin, 70 sivîlan zêdetir jî birîndarbûn. Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Surî (SOHR) da zanîn ku çeteyên girêdayî Tirkîyê 9 sivîl bê ku werin darizandin înfaz kirin û xebatkarên Heyva Sor a Kurd jî hatin hedefkirin. Di êrî?ên Serêkaniyê û Girê Spî de bi giştî rojnamevan û nûçegihan hatin hedefgirtin û 7 rojnamevan birîndar bûn û 4 jî Jiyana xwe ji dest dan. Armanca wan ew bû ku di êrî?ên hovane yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî pêktên ji raya gi?tî bên veşartin.
Herêm bi giştî hat wêrankirin
Li Girê Spî, bajar û 360 gundên girêdayî wê bûne hedef, ku piraniya wan ketin destê dagirkeran û hejmarek gund bi temamî hatin xerakirin, wek gundê Kawamaza û Mişrafa û Sûsa. Di encama êrişan de binesazîya perwerdê li herêmê hatibû xirabkirin. Di êrişan de 21 dibistan rûxandin, di 810 dibistanan de perwerde hate betal kirin. 86 hezar xwendekar ji mafê xwe yên perwerdê mehrum man, dagirkeran 95 dibistan, navenda perwerdeyan û avahiya giştî zivirandin baregehên leşkerî.

Raporên saziyên mafên mirovan li ser jiyana sivîlan
Li gor raporên Birêveberiya Neteweyên Yekbûyî bo Mafên Mirovan (OHCHR), piştî dagirkeriyê koçberiya bi zordarî ya sivîlan hatîye belgekirin, talan û veguhastina mal û erdan bi awayekî berfireh pêk hatîye û şertên vegerîna ewlehî ji bo koçberan pêknehatiye.
Li gor raporên Komîsyona Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî li ser Sûriyeyê (COI) û Rêxistina Parastina Mafên Mirovan (HRW), li Girê Spî girtinên bêqanûnî, şertên zordariyê û astengkirina vegerîna xwediyên rastîn weke rêbazekî asayî têne bikaranîn.
Raporên Amnesty International (AI) û Hevdestî bo Mafên Mirovan diyar dikin ku şertên jiyanê li Girê Spî bi taybetî ji bo jin, zarok û kesên kal pir xira ne. Xizmetên bingehîn wek av, elektrik, tenduristî û perwerde caran caran bi şertên siyasî têne qutkirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) û Sûriyan bo Rastî û Dadgehî (STJ) bi raporên xwe yên rojane rewşa ewlehiyê, tevgerên komên çekdar û guhertina demografîk li Girê Spî bi awayekî berdewam di bin çavdêriyê de digirin.
Bi dîrok û rewşa xwe ya niha, Girê Spî di heman xêzê de ye ku Efrîn û Serêkaniyê jî tê de ne. Ango koçberiya bi zordarî, guhertina demografîk û şertên mafên mirovan yên xira. Ev rewş nîşan dide ku siyaseta ku di serdema Baasê de dest pê kiribû, niha bi şêwazên nû, lê bi heman armancê tê domandin.
Daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê
Girê Spî nimûneyeke zelal e ku çawa projeyên guhertina demografîk ji dîrokê heta îro bi awayekî dirêj-dema têne meşandin. Dagirkeriya îro şertên bikaranînê guhertiye, lê armanc hîn jî heman e; ax ji xwediyên xwe dûr xistin û vegerîna wan asteng kirin.
Lewma bidawîkirina dagirkeriya li Girê Spî weke herêmên din yên Rojava gelek girînge. Her çiqas di peymanê de bi nav û nîşan nehatibe kirin jî, Rêveberiya Xweser bi awayeke vekirî daxwaza bidawîkirina dagirkeriya li Girê Spî dike. Her wiha şêniyên herêmê yên di şert û mercên dijwar de dijîn jî li bendê ne ku vegerin warê xwe.













