Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, di civîna gel a li Hesekê de destnîşan kir ku saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser dê hebûna xwe bidomînin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî civînekî gel bû û paşeroja Rêveberiya Xweser nirxand. Ebdî destnîşan kir ku saziyên Rêveberiya Xweser dê hebûna xwe bidomînin.
Ebdî diyar kir ku di avahiya heyî de dê hinek guhertinên îdarî werin kirin û destnîşan kir ku wezaretên di nava Rêveberiya Xweser de dê veguherin statuya “mudiyetê”. Herwiha Ebdî anî ziman ku Deriyê Sînor ê Sêmalkayê dê mîna rewşa xwe ya heyî xebatên xwe bidomîne û tûgayên leşkerî yên girêdayî HSDê jî dê li Dêrik, Qamişlo û Hesekê bên bi cihkirin.













