Piştî ku hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin, Wezareta Karên Navxweyî qeyûm danî ser Şaredariya Akdenîzê.
Hevşaredarên Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan ku di 10ê Çileyê di serdegirtina malê de hatibûn desteserkirin, duh sewqî dadgeriyê hatin kirin û îro berdestî sibehê hatin girtin. Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku qeymeqamê navçeyê Zeyît Şener wek qeyûm danîne ser Şaredariya Akdenîzê.