Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wê roja çarşemê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê sibê (11ê Sibatê roja çarşemê) saet di 14:00an de li Kulliyeya Serokkomariyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinê bikin.
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîhtat Sancar herî dawî di 30yê Cotmeha 2025an de bi Erdogan re civiyabûn û li ser pêvajoyê gotûbêj kiribûn.







