Civîna endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan bi dawî bû.
Civîna di navbera endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokkomar Tayyîp Erdogan a li Kuliyeya Serokkomariyê bi dawî bû. Hat zanîn ku di rojeva Heyetê û Erdogan de geşedan û pêşketinên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên li Rojava-Sûriyê hatine gotûbêjkirin.
Di civînê de Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala jî di civînê de amade bûn.














