Li gorî nûçeya AFP’ê, piraniya malbatên çeteyên DAIŞê yên biyanî ji Kampa Holê hatine derxistin û birine Idlibê.
Li gorî agahiyên ku şahidan dane AFPê, piraniya malbatên çeteyên DAIŞê yên biyanî ji Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê derketine.
Çavkaniyan ji AFPê re ragihand ku li beşa malbatên DAIŞ’iyên biyanî ku bi hezaran jin û zarok hebûn, niha nêzî 20 malbat tenê mane. Çavkaniyan da zanîn ku hejmareke mezin a malbatan ber bi Idlibê û deverên din ve hatine revandin.
Ji dîmenên ku hatine parvekirin û axaftinên şahidan, diyar dibe ku kolanên hin beşên kampê vala ne û aqûbeta bi sedan malbatên DAIŞî yên li kampê diman, nayê zanîn.
Li Kampa Holê nêzî 24 hezar kes (derdora 15 hezar sûriyeyî), zêdetirî 6 hezar û 300 jin û zarokên biyanî yên ji 41 welatan hebûn. Piraniya welatan qebûl nakin welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de vegerînin.
Di êrişên meha borî yên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku rewşa kampê ji kontrolê derketiye, lewre xwe jê vedikişînin.
Çeteyekî DAIŞê ku di girtîgeha Şedadê de bû, demek berê ji rojnameya Le Monde ya fransî re gotibû “HTŞê di 18ê çileyê de bi ser girtîgehê de girt û ew serbest berda.”












