Enqere – Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal diyar kir ku koploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nû ve bi dîzanynkirina Rojhilata Navîn re berdewam dike û got: “Azadiya Rêber Apo hem dikare pêşiya konsepta ku dixwazin Rojhilata Navîn bikin gola xwînê bigire û hem jî ji bo aştî û demokrasiyê dikare serdemeke nû bide destpêkirin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ku serkeşiya wê Amerîka û NATOyê dikir, di 9ê Cotmeha 1998an de ji Sûriyeyê derket. Bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê komploya navnetweyî ji aliyên dewletên hegemon ve gav bi gav hat honandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî ji Sûriyeyê derket berê xwe da Yûnanîstanê û serdana îltîcayê kir. Lê serdana îltîcayê hat redkirin û Abdullah Ocalan ji ber vê rewşê wir derbasî Moskovayê bû. Piştî Rûsya û Îtalyayê gelek dewletan serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a îltîcayê red kirin. Piştî 4 meh û 6 rojan, di 15ê Sibata 1999an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kenyayê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin.
Abdullah Ocalan ji 15ê Sibatê 1999an heya niha li Girava Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Piştî girtina Abdullah Ocalan li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd û dostên Kurdan gotin, ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ û daketin kolanan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 salên di Girava Îmraliyê de rûyê komployê ya navneteweyî aşkera kir û li dijî pergala modernîteya kapîtalîst paradîgmaya Modernîteya Demokratîk pêş xist. Bi berxwedana Abdullah Ocalan, Tevgera Azadî û xwedî derketina gelê Kurd û dostên Kurdan nehişt komplo bigihije encamê. Gelê Kurd û dostên Kurdan 27emîn salvegera komploya navneteweyî di serdema Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û komploya navneteweyî li dijî Rojava de pêşvazî dikin.
Di 27êmîn komploya navneteweyî de li Rojhilata Navîn geşedanên girîng diqewimin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî destnîşan kir ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û êrişên li dijî Rojava jî weke komploya 2yemîn navneteweyî pênase kir. Li aliyekî êrişên li ser Rojava û li aliyê din jî 27emîn salvegera komploya navneteweyî heye û di vê pêvajoyê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Mafê heviyê” tê nîqaşkirin. Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal tekildarî salvegera komploya navneteweyî, geşedanên li Rojava û mafê heviyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Bi vê komployê xwestin Tevgera Azadiyê ji holê rakin’
Remzî Kartal anî ziman ku komploya navneteweyî li ser şaxse Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî azadiya gelê Kurd e û wiha got: “Bi vê komployê xwestin Tevgera Azadiyê ji holê rakin. Di vê çerçoveyê de xwestin dewleta Tirk behtir bi xwe re gire bidin. Dewleta Tirk niha di şerê tê meşandin de behtir ji bo xwe bi kar bînin. Ji bo gelê Kurd jî xwestin hezeke ku bibe alternatîf ji holê rakin. Ji ber ku siyaseta Tevgera Azadiyê bo projeyên xwe wek kelem didîtin, xwestin ji holê rakin. Dewletên desthilat hezên selefîst ji bo xwe bi kar dianîn. Wan fînanse dikin û li Rojhilata Navîn planên xwe pêk tînin. Niha jî bi van hezên selefîst komarek ava kirine. Rojhilata Navîn dîzayneke nû dixwazin li ser şerê, mezheb, ol û netewan pêş bixin. Gelê Rojhilata Navîn dixwazin parçe bikin û muhtacî xwe bikin. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO jî di çerçoveya vê planê de bû. Rêber Apo planên wan berfireh dît. Dixwastin bi vê komployê şerekî Kurd û Tirk derxînin û muhtacî xwe bikin. Rêber Apo vê yekê dît.”
‘Bi komploya 2yemîn re xwestin şerê Kurd û Ereban derxin’
Di berdewama axaftina xwe de Remzî Kartal destnîşan kir ku heman hezên hegemon û herêmî li dijî Rojava xwestin komploya 2yemîn bikeve meriyetê û wiha pê dê çû: “Heman hezan li Sûriyeyê welatekî selefîst ava kirin. Nûnerê Amerikayê yê Sûriyeyê Tom Barrack jî weke bazirganekî got ‘karê me bi HSDê re qediya û em ê pêşî li Şamê vekin’ Vê ji bo Rêveberiya Xweser ji holê rakin kirin. Ev yek jî nûkirina komploya navneteweyî bû. Rêber Apo jî got ev komploya navneteweyî hê girantir e. Rêber Apo li dijî vê yekê ji bo şerekî Kurd û Ereb pêk neyê mudaxalê kir. Çawa di komploya 1999an de ji bo şerê Kurd û Tirkan nebe niha jî ji bo şerê Kurd û Ereban nebe mudaxalê kir. Rêber Apo ji Rêveberiya Xweser re peyam şand û Rêveberiya Xweser jî li ser peyamê ji bo şerekî di navbera Kurd û Ereban de nebe paş de vekişiya û ew xwesteka wan vala derxist.”
‘Xetereyeke mezin ji bo gelên Rojhilata Navîn heye’
Remzî Kartal diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn bi dîzanynkirina Rojhilata Navîn a ji nû ve didomê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwîst e gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û kesên demokrat di vî alî de hişyar bin. Dixwazin li Iraqê şerekî Sunî û Şîî bidin destpêkirin û heta Îranê şer berfireh bikin. Bi vê yekê jî dê li Rojhilata Navîn qiyametê rakin. Hezên wek Tevgera Azadî û hezên azadî û demokrasiyê ji bo xwe xeter dibinin. Ji bo wê jî li çar aliyên Kurdistanê ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn xetereyeke mezin heye. Li dijî vê konseptê divê gelên Rojhilata Navîn hişyar bin. Niha xetere li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Li Sûriyeyê ji aliyê demokrasiyê ve pirsgirêkên mezin hene. Rejîma ava bûye ser ol û mezhebe siyasetê dike. Şoreşa Rojava dê çawa were parastin pirsgirêkeke mezin e. Hêj jî Kobanê di dorpeçê de ye. Tevî peymanek jî heye dorpeç didome. Gel nikare xwe bigihîne pêdiviyên bingehîn ên jiyanî û dermanan. Li herêmên din welatî koçber bûnê û pirsgirêka mirovî heye. Ji bo wê jî xetereya li ser Rojava didome. Hezên hegemon ên weke Amerîka ku ew rejîma selefîst ava kirine, di kiryarên Rojava de berpirsyar in. Pêwîste mafê gelê Kurd û statuya Rojava bê parastin. Ev hez di pêkanîna van de berpirsyar in. Heke wisa nebe desthilatiya Şamê ji bo Rojava xetere ye. Gelê Kurd jî divê li dijî vê heşyar be. Piştgiriyeke mezin nebe Rojava di xetereyê de ye. Berxwedaneke mezin hat dayîn û ew berxwedan êrişa li ser Rojava dan sekinandin. Heta mafê Rojava mîsoger nebe divê hişarî bidome. Ji ber ku encamên li Rojava dê bandor li ser tevahî Kurdistanê bike. Ji bo wê jî parastina destkêftiya Rojava ji bo gelê Kurd û dostên Kurdan girîng e. Pergala li Rojava alternatîfek e. Divê her kes bi rola xwe rabe.”
‘Azadiya Rêber Apo dê bandor li ser tevahiya herêmê bike’
Remzî Kartal bi lêv kir ku di 27êmîn salvegera komploya navneteweyî de pêkanîna mafê heviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bandoreke erênî li ser tevahî Rojhilata Navîn bike û ev tişt gotin: “Serokê wê demê yê Îngîlterê Chorchîl di konferanseke Kahîrê de dibêje, ‘Siyaseta me li Rojhilata Navîn li ser birîndarkirina Kurdan e.’ Yanî parçekirina Kurdistanê planeke mêtinger bû. Yanî plan ew ê ku gelê Kurd dê li dijî vê yekê serî lhildin û hezên hegemon jî dê li ser vê yekê li Rojhilata Navîn siyaseta xwe bimeşînin. Hê jî ev siyaset berdewam e. Ji bo wê jî ev komplo ne tenê li ser gelê Kurd li ser gelê Tirk û dewleta Tirk e jî. Dewleta Tirk her tim bi mijara pirsgirêka Kurd re mijul e. Ji ber ku her tim berxwedanek heye. Berxwedan û Têkoşîna Rêber Apo jî li ser vê esasê heta roja îro berdewam kiriyê. Êdî gelê Kurd ne weke berê ye li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat bi rêxistinkirî ye. Pêwîst e dewleta Tirk jî vê yekê bibînê û weke berê înkar û îmhayê nede pêş xwe. Divê qîmeta Rêber Apo ku li ser esasê biratiya gelê Kurd û Tirk dest dirêj kiriyê bizanibe û li gor wê nezî Rêber Apo bibe. Mafê heviyê û azadiya Rêber Apo divê li ser vê esasê bigirê dest. Ev yek dê bandoreke erênî tevahî gelên li herême bike. Êdî dewleta Tirk jî ji bo ewlehiyê muhtacî dewletên dervê nabe. Aştiya Kurd û Tirk dê li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bibe alternatîfeke nû. Ji bo wê jî divê heşmendiya dewletê biguhere. Gelê Kurd û hezên demokrat jî divê ji bo vê têkoşîneke mezin bidin. Azadiya Rêber Apo dikare pêşî li konsepta ku dixwazin Rojhilata Navîn bikin gola xwînê bigirê û ji bo aştî demokrasiyê demekê nû bide destpêkirin.”
‘Heviya me ji hemû salan zêdetir e’
Di dawiya axaftina xwe de Remzî Kartal anî ziman hêviya destkeftiyên Kurdan ji hemû dema zêdetir e ev bang kir: “Bi berxwedana Rêber Apo û gelê me komplo negihişt encamê. Lê hezên komploger di siyaseta komployê de bi israr in. Ev sal ji bo gelê Kurd û ji bo gelên li herêmê saleke stratejîk e. Hem ji bo azadiya gelê me û ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo destkêftiyên Rojava derfet heye. Lê xetere jî heye. Ji bo wê jî hem gelê Kurd û hem jî dostên me divê em vê salê weke saleke awartê bigirin dest. Her kes bila plansazî û xebata xwe li gor vê bike. Li derveyî welat, an li welat, çapemenî, dîplomasî rewşenbîr, kesayet û gel em îsal weke sala awartê bixebitin û pêşî li konsepta Rojava ya dest pê kiriye pêşiya wê bigirin. Em destkêftiyên şoreşa Rojava mîsoger bikin û azadiya Rêber Apo pêk bînin. Di vê çerçoveyê de banga min li gelê me ew e ku her kes bi rola xwe rabe û bersiva demê bide. Heviya me ji hemû salan zêdetir e. Lê pêwîste em hişyar bin. Çawa hevî zêde ye xetere jî heye. Divê em hişyar bin û li gor wê xebatên xwe pêş bixin.”












