• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di doza Gulistan Doku de walî û serbijîşk hatin binçavkirin

    Di doza Gulistan Doku de walî û serbijîşk hatin binçavkirin

    Li Hewlêrê 3 kes di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan

    Li Hewlêrê 3 kes di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan

    Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

    Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

    Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

    Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

    ‘Êrişên li ser dibistanan ne êrişên ji rêzê ne’

    ‘Êrişên li ser dibistanan ne êrişên ji rêzê ne’

    Di hefteyekê de li Bakur û Tirkiyeyê 215 kes hatin binçavkirin

    Li Stenbol û Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di doza Gulistan Doku de walî û serbijîşk hatin binçavkirin

    Di doza Gulistan Doku de walî û serbijîşk hatin binçavkirin

    Li Hewlêrê 3 kes di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan

    Li Hewlêrê 3 kes di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan

    Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

    Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

    Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

    Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

    ‘Êrişên li ser dibistanan ne êrişên ji rêzê ne’

    ‘Êrişên li ser dibistanan ne êrişên ji rêzê ne’

    Di hefteyekê de li Bakur û Tirkiyeyê 215 kes hatin binçavkirin

    Li Stenbol û Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komeleya Şêx Seîd: Hevrûbûn berpirsyariyeke dîrokî ye

Amed / AW

13 SIBAT 2026 - 12:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komeleya Şêx Seîd bi boneya salvegera 101emîn a destpêkirina serhildana Şêx Seîd daxuyanî da. Sekreterê Giştî yê Komeleyê Mordem Zel diyar kir ku pêvajoya “hevrûbûnê” berpirsyariyeke dîrokî ye û xwest ku cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bên eşkerekirin.

Komeleya Çand, Perwerdehî û Hevgirtinê ya Şêx Seîd bi boneya salvegera 101emîn a destpêkirina serhildana Şêx Seîd û hevrêyên li avahiya komeleya xwe ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê komeleyê Kasim Firat û endam û rêveberên komeleyê di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Em bi înkarê naqedin’

Serokê Komeleya Şêx Seîd, Kasim Firat ku beriya daxuyaniyê axivî, qala serhildanê û pêvajoya wan rojan kir û wiha got: “Ji bo pêşeroja gelên bindest û Kurdan kar kirin. Kurd û Kurdistan ji hemû siyasetan û kesayetan mezintir e. Divê em hesabên xwe li ser vê yekê bikin. Kurd duh hebûn, îro hene û dê sibê jî hebin. Em ji desthilatdaran re jî dibêjin hûn bi vî awayî nikarin Kurdan biqedînin werin li gorî hiqûqa navneteweyî me nas bikin ji mafên me re rêzê bigirin em jî li ser rûyê erde bijîn. Em bi înkarê naqedin. Bila Kurd zimanê xwe bîr û baweriya xwe biparêze, kesên di vê rêyê de têkoşiyane xwedî derkeve. Rêya me rêya heq e. Serkeftin ya me ye.”

Pêvajoya serhildanê

Dû re metna daxuyaniyê Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Seîd Mordem Zel xwend. Mordem Zel da zanîn ku di tam 101 sal berê, di 13ê Sibata 1925an de li navçeya Pîranê bûyerek qewimî û di encamê de Şêx Seîd û hevalên wî hatin girtin û wiha got: “Piştî pêvajoya darizandinê, di 29ê Hezîrana 1925an de Şêx Seîd û hevalên wî hatin darvekirin. Bûyerên sala 1925an, di dîroka Komara Tirkiyeyê de yek ji xalên herî girîng ên şikestinê tên qebûlkirin. Ev pêvajo; di çarçoveya têkiliyên dewlet-civakê, polîtîkayên navendîbûnê, nîqaşên nasnameya etnîkî û sepanên hiqûqî de, di dîroknivîsiyê de bi perspektîfên cuda hatiye nirxandin. Lêkolînên akademîk ên li ser sedem, geşedan û encamên van bûyeran, avahiya siyasî û civakî ya pir-tebeqe ya wê demê bi zelalî radixe ber çavan.”

Banga vekirina arşîvan û zelalbûnê

Mordem Zel diyar kir ku tevî ku sedsalek di ser re derbas bûye, bûyera 1925an hîn jî ji aliyê dîrokî, civaknasî û siyasî ve tê nîqaşkirin û wiha domand: “Mixabin polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê di roja me ya îro de jî berdewam dikin. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî saxlem û giştî bê nirxandin divê belge û girtekên îfadeyan ên arşîvê, tomarên dadweriyê, bi taybetî arşîvên Meclisê û hemû belgeyên fermî yên têkildar ji bo dîroknas, hiqûqnas û lêkolîneran bi kapasîteya tam bên vekirin. Ev gava ku dê di çarçoveya prensîbên zelalbûn û gihîştina zanistî de bê avêtin, dê bibe xizmeta derketina rastiya dîrokî û kurbûna xebatên akademîk.”

‘Hevrûbûn berpirsyariyeke dîrokî ne’

Mordem Zel anî ziman ku hevrûbûna Tirkiyeyê bi dîroka xwe re û nirxandina bûyerên borî bi perspektîfeke piralî, hewcehiya bingehîn a gihiştina aştî û civaka demokratîk e û wiha pê de çû: “Bi armanca xurtkirina hafizeya civakî û pêşxistina têgihiştina hevdû, em di wê baweriyê de ne ku pêvajoyên ‘helalkirin’ û ‘hevrûbûnê’ berpirsiyariyeke dîrokî ne. Her wiha, em daxwaza xwe ya ji bo tespîtkirin û parvekirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bi raya giştî re nû dikin. Bicihanîna vê daxwazê, hem hewcedariya nirxên mirovî û wijdanî ye, hem jî di rêya avakirina aştiya civakî û pêşerojeke hevpar de gaveke pir bi qîmet e.”

‘Nirxandina demboriyê ya bi nêzîkatiyeke objektif girîngiyeke jiyanî ye’

Mordem Zel axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nirxandina demboriyê bi nêzîkatiyeke objektîf, piralî û akademîk; ji bo pêşketina hişmendiya dîrokî, diyaloga civakî û kokdayîna çanda demokratîk xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê dê berdewam bike.”

Etîket: Kasim FiratKomeleya Şêx SeîdSerhildana Şêx Seîd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Neviyê Şêx Seîd: Heta ku Kurd nebin yek dinya wan nas nake

Neviyê Şêx Seîd: Heta ku Kurd nebin yek dinya wan nas nake

14 SIBAT 2026
Delegeyên Înîsiyatîfê: Rizgariya gelê Kurd yekîtî û yekrêzî ye

Delegeyên Înîsiyatîfê: Rizgariya gelê Kurd yekîtî û yekrêzî ye

18 ÇILE 2026
Kovara Nûbiharê bi dosyaya ‘100 saliya Serhildana Şêx Seîd’ derket

Kovara Nûbiharê bi dosyaya ‘100 saliya Serhildana Şêx Seîd’ derket

9 KANÛN 2025
Kasim Firat: Berxwedana sed salî Kurd kirin aktor

Kasim Firat: Berxwedana sed salî Kurd kirin aktor

27 HEZÎRAN 2025
Meclîsê Şaredarîya Amedî: Ma nêçare nameyê Azadî da  Komeleya Şêx Seîdî: Qerarê Şaredarî ma nêdejna

Şaredariya Amedê navê Bulvara Şêx Seîd kir Bûlvara Azadiyê

19 NÎSAN 2025
Firat: Sed sal in helwesta dewletê li hemberî Kurdan neguherî ye

Firat: Sed sal in helwesta dewletê li hemberî Kurdan neguherî ye

17 SIBAT 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hişê çêkirî’ çima ji Kurdî re kerr û kor û lal e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gund bi gund û bajar bi bajar digere û dersa Kurdî dide

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzvanê bîra muzîka Kurdî: Veysî Varli

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin: Em ê vegerin ser axa xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê dest pê dike: Yekîtî û berxwedan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Egîtîm Sena Amedê: Bêyî aştiyê perwerdehiya bi ewle nikare bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (618)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne