HSDê ragihand ku di çarçoveya Konferansa Munîhê de Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyand ku di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya bajarê Munîhê yê Almanyayê de, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi SerokomarêFransa Emmanuel Macron re hevdîtin kir.
Li gorî navendê di hevdîtinê de, şandeyê ji ber piştgiriya Fransayê, bi taybetî ji bo hewldanên wê yên ji bo pêşxistina agirbestê û xurtkirina aramiyê spasiya xwe ji Macron re anî ziman. Her wiha girîngiya piştgiriya berdewam a navneteweyî ji bo misogerkirina pêkanîna lihevkirina 29ê çileyê û bicîhanîna bendên wê hate tekezkirin, ku dikeve xizmetî rêveçûna entegrasyonê û aramiya Sûriyeyê.
Navendê destnîşan kir ku Macron jî diyar kir ku dê Fransa xebat û hewldanên xwe di vê çarçoveyê de bidomîne û pesnê rola ku HSDê di têkoşîna li dijî terorê, xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê de dide, da.













