Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu diyar kir ku Komploya 6ê Çileyê berdewama Komploya 15ê Sibatê ye û wiha got: “Sedsala 21an li ser bingeha demokratîkbûnê dibe sedsala Kurdan. Nêzîkatiyên ji derveyî vê, li dijî Kurdan e.” Karasu anî ziman ku wekî Komploya 15ê Sibatê ligel hemû êrişan Komploya 6ê Çile jî bi berxwedana gelê Kurd hatiye pûçkirin û bang li gel kir ku tevlî çalakiyên şermezarkirina Komploya 15ê Sibatê bibin.
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu li ser pêşketin û qeşedanên dawî ji ANFê re axivî. Karasu dema pêkhatina komployê bi bîr xist û diyar kir ku bi berxwedana gel a “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” armancên komployê hatine pûçkirin. Karasu destnîşan kir ku di dema dawî de hevdem ligel êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî Paradîgmaya Neteweya Demokratîk jî êrişeke pergalî tê meşandin û bang kir ku di 15ê Sibatê de li her çar parçeyên Kurdistanê û li her derê bi herikînê tevlî çalakiyên şermezarkirinê bibin. Karasu wiha axivî: “Em di sala 28an a Komploya Navnetewî de ne. Salvegera 27an a dîlgirtina Rêber Apo ye. Rêber Apo jî dikeve sala 28an a dîlgirtina xwe. Bi vê hincetê em hemû dewlet û hêzên siyasî yên ku di vê komployê de cih girtine, bi tundî şermezar dikin. Ez berxwedêrên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin ên ku li dijî vê komployê xwe li dora Rêber Apo kirin barîkata ji agir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Heke Komploya Navnetewî bi ser neketibe, heke berxwedana mezin a gelê me ya li dijî komployê berfireh bibe û heta îro jî ev berxwedan didome, di vê de bandora mezin a berxwedana Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin û şehîdên me heye. Em hîna jî di xeta wan de û bi moralê ku têkoşîna wan daye me, li dijî Komploya Navnetewî têkoşînê didin.”

‘Xwestin li Rojhilata Navin pêşiya ramanên Abdullah Ocalan bigirin’
Karasu bi bîr xist ku Komploya 15ê Sibatê li dijî kesayetiya şoreşger a Abdullah Ocalan û li dijî têgihîştina wî ya siyasî ku dixwest li Rojhilata Navîn ava bike, pêk hatiye. Karasu wiha axivî: “Rêber Apo bi raman û têkoşîna xwe dixwest nîzameke nû ya Rojhilata Navîn ku xwe dispêre xwîşk û biratiya gelan, teşe bike. Hêzên navnetewî bi rêya hevkarên xwe Rojhilata Navîn di bin serweriya xwe de digirtin. Rêber Apo bi têkoşîna xwe û xwîşk û biratiya gelan, armanc dikir ku çareseriya pirsgrêka Kurd pêk bîne, li ser bingeha çareseriya pirsgrêka Kurd demokratîkbûna Rojhilata Navîn pêş bixe û bi vî rengî lingên hevkar ên hêzên hegemon ên li herêmê bişkîne. Ji ber vê yekê, di serî de DYA û Îsraîl, tevî Îngiltereyê li dijî Rêber Apo komployeke navnetewî pêk anîn. Bi zor û gefan hiştin ku Rêber Apo ji Sûriyeyê derkeve. Bêguman Tirkiye jî bikar anîn. Tirkiyeyê jî armanc dikir ku Rêber Apo ji Rojhilata Navîn derkeve. Tirkiye li dijî PKKê şerek dimeşand. Heta di sala 1996an de bi komployekê xwestin Rêber Apo li Şamê îmha bikin, lê bi ser neketin. Tişta ku dîtin ev bû: Heya ku Rêber Apo pêşengiya PKKê bike, ramanên wî li Rojhilata Navîn pêş bikevin û bibin xwedî bandor. Ne tenê li Kurdistanê, li seranserê Rojhilata Navîn avakirina nîzameke li ser bingeha xwîşk û biratiya gelan pêk dihat.”
‘Têkiliya gel û Rêber Apo qut nebû’
Di berdewama axaftina xwe re Karusu got ku sedema komploye ew bûye ku Ocalan ji xwe re wekî gefek tîtine û wiha pêde çû: “Di dema mudaxaleya wan a li Rojhilata Navîn de, hêzeke wiha şoreşger, Rêbertiyek wiha û tevgerek wiha dikaribû sûdê ji atmosfera şer a li herêmê bigire. Ji ber vê yekê, berî ku mudaxaleyî Iraq û Rojhilata Navîn bikin, dûrxistina Rêber Apo ji bo armancên xwe pêwîst dîtin. Heke bikaribûna Rêber Apo bêbandor bikin, wan dikaribû tevgera azadiya Kurd jî pûç bikin, têkiliya gel a bi Rêber Apo re qut bikin û bi vî rengî tevgera azadiyê ya di bin pêşengiya Rêber Apo de ji holê rakin. Komplo bi armanceke wiha pêk hat. Lê belê li dijî vê komployê, gelê me di bin pêşengiya berxwedêrên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” de têkoşîneke mezin da. Erê, Rêber Apo dîl hate girtin, lê gelê me xwedî li Rêber Apo derket, partiya me PKK xwedî li Rêber Apo derket. Peywendiya gel û PKKê ya bi Rêber Apo re qut nebû, berovajî wê girêdanbûna bi Rêber Apo re hîn zêdetir bû. Rêber Apo bi hêza ramanê û bi paradîgmaya ku afirand hîn bêtir bi hêz bû. Ji vê aliyê ve, têkoşîna li dijî komploya navnetewî dibe ku Rêber Apo azad nekiribe û komplo bi temamî têk nebiribe, lê di vê pêvajoyê de têkoşîna me mezin bû û pêş ket. Hêza rêbertî ya Rêber Apo hîn bi bandortir bû.”
‘Rêber Apo Sileheddînê duyem e’
Li ser mijarê Karasu got ku ramanên Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn pratîk dibûn û vê yekê pergal ditirsan. Karasu ev nirxandin kirin: “Rêber Apo 20 salan li Sûriyeyê mabû û bi gelê me yê Rojava re di nav têkiliyê de bû. Ji ber vê yekê, çawa ku gelê Rojava bi Rêber Apo ve girêdayî bû, civaka Ereb a li Sûriyeyê jî Rêber Apo nas dikir. Didîtin ku nêzîkatiya Rêber Apo ne neteweperestiyeke teng e. Heta hin ronakbîrên Ereb ji bo Rêber Apo nirxandina Selahadînê Duyem kiribûn. Ango çawa ku Selahadînê Eyûbî li Rojhilata Navîn gel li dijî Xaçparêzan parastibû, wan jî digot ku Rêber Apo wekî Selahadînê duyem wê gelan li dijî hêzên hegemon ên li Rojhilata Navîn biparêze. Rastiyeke wiha ya Rêbertiyê hebû. Vaye ramanên Rêber Apo li Sûriyeyê bi têgihîştina neteweya demokratîk pratik bû. Li Sûriyeyê pergaleke demokratîk a li ser bingeha neteweyê hat avakirin. Ev 12-13 sal in ev yek pêk tê. Di serî de hêzên şoreşger ên li Rojava hakim bûn, piştre di şerê li dijî DAIŞê de bi gelê Ereb û ciwanên Ereb re bi hev re têkoşiyan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin. Ev geşedaneke gelekî girîng bû. Ev geşedan ne tenê gavek bû ku demokratîkbûna Sûriyeyê peyda bike, ne tenê pergaleke demokratîk bû. Di şexsê Sûriyeyê de pergaleke demokratîk îfade dikir ku dê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Lewre Rojhilata Navîn erdnîgariyeke wiha bû ku bi şerên etnîkî û olî gelekî westiyabû. Ji ber vê yekê, ramanên Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Ereban, Sûriyeyiyan û gelên din ve bi sempatiyeke mezin hatin pêşvazîkirin. Havênek hat avêtin.”
‘Gel li Rojava 13 sal in bi hev re dijîn’
Karasu balkişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û bi bîr xist ku gel 13 salan bêpirsgirêk bi hev re şiyan e û wiha domand: “Bêguman ne di wê asta ku Rêber Apo dixwest de pêk hat. Lê belê Ereb, Sûriyeyî û gelên din 12-13 sal in li wir bêyî şer bi hev re jiyan. Çawa ku di komploya navnetewî ya yekemîn de hêzên navnetewî û hêzên aborî ramanên Rêber Apo û Rojhilata Navîn a ku wî pêşbînî dikir ji bo xwe wekî metirsî didîtin, ev têgihîştina neteweya demokratîk û vê pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo Rojhilata Navîn metirsîdar dîtin. Wekî mînak, nûnerê DYAyê bi eşkere got ku pêdiviya Rojhilata Navîn bi demokrasiyê nîn e, Rojhilata Navîn dikare bi monarşiyê were birêvebirin û bi vî rengî nîşan dan ku bê ka ew çi cure Rojhilata Navînekê dixwazin. Ev di heman demê de îfadeya eşkere ya polîtîkayên wan bû; ka ew ê li dijî kîjan polîtîkayan bin û kîjanan qebûl nekin.”
‘Bi Peymana Parîsê Îsraîl gihişt armancên xwe’
Têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê Karasu, Peymana 6ê Çile bi bîr xist û wiha got: “Li ser vê bingehê û di encama vê têgihîştinê de, di 5ê Çileyê de li Parîsê peymanek hat çêkirin. DYA, Fransa, Îsrail û Tirkiye di nav de, biryar dan ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dikaribû bibe mînak ji bo Rojhilata Navîn, tasfiye bikin. Helbet li vir Îsraîl gihîşt armanca xwe; Girên Golanê girt, başûrê Sûriyeyê girt. Dîsa, berê bandora Sûriyeyê li ser Lubnanê hebû; mîsogeriya wê hat girtin ku Sûriye êdî li Lubnanê bandordar nebe û destwerdana Lubnanê neke. Bi vî rengî, bi hişmendiyeke ku dişibe DAIŞê û ji hişmendiya DAIŞê dernakeve, her çend ji aliyê hêzên navnetewî ve hatibe ser desthilatdariyê jî, bi çeteyên li dora Hikûmeta Şamê ku xwedî hişmendiya DAIŞê ne, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ev ne tenê êrişek li ser Kurdan bû, di heman demê de êrişek li ser pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ji ber vê yekê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komployeke navnetewî hat pêkanîn. Ev di heman demê de êrişek li dijî paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo bû. Paradîgmaya neteweya demokratîk nêzîkatiyeke teorîk a gelekî girîng e, pêşniyareke pir mezin e. Li Rojhilata Navîn, li cihê ku civakên etnîkî û olî li dijî hev tên sor kirin, ev proje projeya ji holê rakirina vê yekê ye. Ji aliyê din ve, projeya neteweya demokratîk li vir hat sepandin; wekî min got dibe ku kêm û kurtasî hebin. Lê belê di nav gelê Ereb û gelê Sûriyeyê de jî beşên ku ji vê jiyanê gelekî nerazî bin tune bûn. Lewre civaka Ereb ne di bin zextekê de bû. Heta rewşa Ereban a di bin kontrol û bandora Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji rewşa Ereban a li herêmên din hîn çêtir bû. Em dizanin ku rewşeke wan a baş hebû.”
‘Herî zêde Kurdan ji nijadperestiyê zirar dît’
Karasu derbirî ku herî zêde gelê Kurd ji nijadperestiyê zirar dîtiye û ev nirxandin kirin: “Hinek derdorên ku ji xwe re dibêjin Kurd, niha projeya neteweya demokratîk kirine hedefa zimanê xwe. Niha têgihîştineke netew-dewletê heye. Di têgihîştina netew-dewletê de li Rojhilata Navîn ê ku herî zêde zerar dîtî kî ye? Kurd in. Kurd bi vê têgihîştina netew-dewletê li Rojhilata Navîn tên xwestin ku werin tunekirin. Tê xwestin ku ji Rojhilata Navîn werin rakirin. Lewre netew-dewlet tê wateya qirkirinê. Netew-dewlet li Ewropayê be jî, li her derê li ku çêbûye, çandên din tune kirine û tasfiye kirine. Niha helbet li Ewropayê bi sedsalan pevçûn û şer çêbûn. Di encama vê de ew têgihîştin berdan û hatin ser hişmendiyeke nêzî neteweya demokratîk. Niha Ewropa bi hişmendiyeke nêzî neteweya demokratîk aştiya xwe û aramiya xwe peyda dike. Niha li Rojhilata Navîn ê ku herî zêde ji têgihîştina netew-dewletê zerar dîtî kî ye? Em careke din destnîşan bikin: Kurd in. Bi vê hişmendiyê tê xwestin ku Kurd bi qirkirinê re rû bi rû bimînin. Nexwe alternatîfa vê çi ye? Alternatîfa wê neteweya demokratîk e. Ango kîjan dewlet dibe bila bibe, divê mafên çandî, olî, xwerêveberî û her cûre mafên gelên din qebûl bike û bi hev re bijîn. Ma ji vê tiştekî xweştir heye? Ango kîjan dewlet dibe bila bibe, li her derê rûniştina vê têgihîştina neteweya demokratîk tê wateya aştiyê, tê wateya nêzîkatiya demokratîk û mirovî. Netew-dewlet beşên din, nasnameyên cuda tune dike û dipelixîne. Ev çima tê rexnekirin? Temam, kî dixwaze bila netew-dewlet ava bike, lê dîsa jî têgihîştina netew-dewletê metirsîdar e.”
‘Hişmendiya netew dewletê qirkirina Kurdan e’
Di dirêjiya nirxandinên xwe de Karasu anî ziman ku mudaxaleyek mezin li dijî Rojava pêk hatiye û wiha pêde çû: “Helbet di şexsê Rojava de mudaxaleyek çêbû. Li wir projeya neteweya demokratîk paş ve birin. Paşvekişînek çêbû. Niha li Rojava, li wir jî helbet Ereb, Kurd û Suryanî bi hev re dijîn. Li herêma ku em jê re dibêjin Rojava, nêzîkatiya herî rast nêzîkatiya neteweya demokratîk e. Pêwîst e mirov bi Ereban re, bi Suryaniyan re, bi hemû civakan re bi hişmendiyeke hevpar di nav aştiyê de bijî. Helbet her kes dê bi hemû mafên xwe bijî. Kurd dê bi nasname û çanda xwe bijîn. Ereb dê wisa bijîn, Suryanî dê wisa bijîn. Dîsa dikare rêveberiyeke hevpar a diyar hebe. Her kes dikare bi awayên cuda di rêveberiyê de cih bigire. Niha hinek wisa dipeyivin qey ew paşketin ji ber têgihîştina neteweya demokratîk çêbûye. Tu eleqeya vê bi wê re nîn e. Peymana 6ê Çileyê heye. Êrişa hêzên navnetewî heye. Bi vê êrişê xwestin ku ew proje bi temamî were belavkirin û hilweşandin. Ji ber vê yekê, êrişa li ser têgihîştina neteweya demokratîk bi rastî paşverûtî ye. Di serî de jî dijberiya Kurdan e. Dijberiya neteweya demokratîk kirin, fetişîzma netew-dewletê kirin, bilindkirina netew-dewletê ye. Li Rojhilata Navîn bilindkirina netew-dewletan, qirkirina Kurdan e. Li hemberî rewşeke ku ewqas eşkere ye, Rêbertî rexne dikin, tevgerê rexne dikin. Bi gotineke din, tav bi heriyê nayê veşartin.
‘Komploya 6ê Çile berdewama Komploya 15ê Sibatê ye’
Karasu balkişand têkiliya Komploya 6ê Çile û Komploya 15ê Sibatê û ev xal anîn ziman: “Rêbertî di dirêjahiya dîrokê de nirxa herî mezin e ku civaka Kurd û gelê Kurd derxistiye holê. Ew ê ku rûmeta Kurdan diparêze û dihêle ku serê Kurdan bilind be, Rêber Apo û tevgera azadiyê ya ku ew dimeşîne ye. Heke îro li Rojhilata Navîn serê Kurdan bilind be, di cîhanê de xwedî rûmet bin, ev bi xêra xeta Rêber Apo û qonaxa ku tevgera azadiya Kurd a bi pêşengiya PKKê gihîştiye serî, pêk hatiye. PKK hate feshkirin, rola xwe lîst. Ev ne dawîyek e, bi têgihîştin û nêzîkatiyeke destpêkek nû pêk hat. Ji vê aliyê ve, dirêjkirina ziman li dijî Rêber Apo paşverûtî ye. Komployên navnetewî dikarin êrişî Rêber Apo û PKKê bikin. Kesên ku niha vî zimanê reşkirinê li dijî Rêber Apo û tevgera azadiyê bikar tînin, bi rastî dirêjahiya komploya navnetewî ne. Piştgirên komploya navnetewî ne. Armanca Komploya Navnetewî ya yekemîn pelixandina ramanê Rêber Apo û tevgera wî ya şoreşger bû. Komploya navnetewî ya ku îro li Sûriyeyê di 6ê Çileyê de li dijî Kurdan hat destpêkirin jî, berê wê li ser tasfiyekirina Rêber Apo û tevgera azadiyê ye. Niha hin derdor bi rastî jî piştgirên komployê ne. Di vê serdemê de êrişên li ser Rêber Apo, li ser tevgera me û li ser têgihîştina neteweya demokratîk, teqez berdewamiya hişmendiya komployê ne. Ew jî dibêjin demokrasî me eleqedar nake. Ma tê çi wateyê ku demokrasî me eleqedar nake? Kurd li Rojhilata Navîn tenê di mercên demokrasiyê de, heke demokratîkbûn pêş bikeve, dikarin hebûna xwe mîsoger bikin. Yan na, nikarin hebûna xwe biparêzin.
Sedsala 21an dibe sedsala Kurdan
Li ser têkoşîna gelê Kurd jî Karasu ev tişt anîn ziman: “Sedsala 21an li ser bingeha demokratîkbûnê dibe sedsala Kurdan. Nêzîkatiyên ji derveyî vê, li dijî Kurdan e. Lê belê hinek ji aliyê hinek kesan ve tên sor kirin. Nizanim çi dibêjin. Êrişa li ser neteweya demokratîk, li ser wê bingehê êrişa li ser Rêbertiyê ye. Em ê xwîşk û biratiya gelan jî biparêzin, neteweya demokratîk jî biparêzin. Em ê li dijî têgihîştina netew-dewletê jî derkevin. Lewre ev têgihîştina netew-dewletê polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Li Rojhilata Navîn rêya herî girîng a astengkirina qirkirina Kurdan, pêşxistina vê têgihîştina neteweya demokratîk û paşvebirina hişmendiya netew-dewletê ye. Ji vê aliyê ve neteweya demokratîk, nêzîkatiyek li dijî hişmendiya netew-dewletê ye. Ew ê vê yekê bibînin. Gelê me li hemberî êrişên li ser Rojava rabû ser piyan. Li hemû parçeyên Kurdistanê rabû ser piyan. Çi dît? Di şexsê êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dît ku êriş li ser hemû Kurdan heye. Lewre ev eşkere ye: Ji ber ku dîtin xeta Rêber Apo û tevgera azadiyê ya ku têkoşîna gelê Kurd pêş xistiye, di avakirina destkeftiyên li hemû parçeyan de xwedî roleke mezin e û îro jî tê parastin, tê tasfiyekirin; lewma gel xwedî derket. Xwedîderketina gel, ji xeta Rêber Apo tê. Li dijî êrişên li ser tevgera azadiya Kurd, parastina tevgera azadiya Kurd e. Lewre gelê Kurd herî baş dizane ku tasfiyekirina tevgera azadiya Kurd ji bo Kurdan rewşeke çiqas xirab e.”
Tevgera azadiyê hişmendiya yekitiyê afirand
Karasu bi bîr xist ku di encama têkoşîna tevgera azadiyê de gelê Kurd yekîtiya xwe pêk aniye û wiha domand: “Ji ber vê yekê li her derê rabûn ser piyan. Ev encama têkoşîna 50 salan e. Em 50 sal in têkoşînê didin. Bi destpêkirina Rêber Apo re, em 52 sal in ne tenê li parçeyekî Kurdistanê têkoşiyan. Her wiha em ne tenê li Bakur têkoşiyan. Em yekane tevger in ku li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê didin. Em yekane tevger in ku li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê didin û bandorê li gelê Kurd dikin. Nexwe, di têkoşîna li dijî Komploya Navnetewî ya sala 1999an de çawa ku hemû parçe rabûn ser piyan, di Komploya 2yemîn a Navnetewî de jî di şexsê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li dijî êrişên li ser destkeftiyên hemû Kurdan, gelê me li hemû parçeyan rabû ser piyan. Ew bingeha dîrokî ya ku gel radike ser piyan çi ye? Ew hişmendiya dîrokî çi ye? Kîjan asta hişmendiyê ye? Kîjan têgihîştin? Kîjan hişmendî? Her kes ê vê bibîne. Ew kî ye ku hişmendiya li her çar parçeyên Kurdistanê dike yek? Kîjan têkoşînê ev yek kir? Têkoşîna me ew kirin yek. Divê her kes vê bizanibe. Ji ber vê yekê, di xwedîderketina li Rojava de rabûna hemû parçeyên Kurdistanê û tevlîbûna Kurdên ji nêrînên cuda di vê têkoşînê de, encama rastiyeke dîrokî ya wiha ye. Hemû heval jî diyar dikin; erê, herî zêde Silêmanî tevlî bû, Kerkûk tevlî bû. Heta beşeke girîng a girseya ku li qadên din rabû ser piyan jî, girseya ku bi Silêmanî û Kerkûkê re di peywendiyê de ne û xwedî nêzîkatiyeke siyasî ya wekhev in, bi awayekî çalak tevlî bûn. Erê, tevlîbûna hemû Kurdan çêbû. Lê yê ku ev afirand em in. Têkoşîna me ya azadiyê ye. Ew ê ku pêşketina vê têkoşîna azadiyê peyda kiriye jî Rêber Apo ye. Heke xeta Rêber Apo neba, niha li Kurdistanê tevgera azadiyê di vê astê de pêş nediket. Li çar parçeyan têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nedigihîşt vê astê. Ev rastî dê were zanîn. Mirov nikare wisa erzan û ji ber xwe ve bipeyive. Ew axaftinên rojane ne. Mîna nivîsandina li ser avê ye.”
Gelê me serhildanek mezin pêk anî
Li ser seferberiya neteweya Kurd jî Karasu ev tişt gotin: “Nizanim, êrişî tevgerê dikin, êrişî Rêbertiyê dikin. Ya wan tenê reş bike bila şop bimîne ye. Lê şop namîne. Di pêşiya îdeolojiya xeta Rêber Apo de tu hêz nikare bisekine. Herikîna dîrokê bi wê aliyê ve ye. Erê, li ser me zexteke pir giran heye. Êriş hene. Êrişa hêzên navnetewî heye. Êrişa hêzên herêmî heye. Ango ji gelek aliyan ve êriş li ser me hene. Rast e. Ev êriş me paş ve nabe. Me ji îdeolojiya me, ji ramanên me dûr naxe. Jixwe ji ber ku em polîtîkayeke rast dimeşînin, em ewqas di bin êrişan de ne. Em hişyariya vê rastiyê ne. Ji ber vê yekê, em îradeya gelê me ya ku di vê pêvajoyê de nîşan daye, silav dikin. Em dikarin vê bibêjin: Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê serhildaneke mezin nîşan da. Xwedî li Rojava derket. Heke îro li Rojava bi temamî tasfiye nebûbe, bi temamî tune nebûbe, heke hîna parastina wê avahiya taybet û îradeyî li Rojava hebe, ev encama têkoşîna gelê me ye. Encama hewildanên Rêber Apo ye. Pêwîst e ev rastî were zanîn. Li ser vê bingehê, helbet divê ji niha û pê de jî ev xwedîderketin berdewam bike.”
Talûke didome divê gel li ser piyan be
Karasu balkişand ser berdewamkirina talûkeyan û wiha pêde çû: “Em di salvegera Komploya Navnetewî de ne. Rêber Apo hîna dîl girtî ye. Di vê salvegerê de jî divê gelê me li her derê li ser piyan be. Ev xwedîderketina li Rojava ye, xwedîderketina li Rêber Apo ye; xwedîderketina li tevahiya gelê Kurd û azadiya gelê Kurd e. Û di heman demê de xwedîderketina li azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Li Rojhilata Navîn, erdnîgariyeke li ser bingeha xwîşk û biratî û azadiya gelan gelekî xweş e. Ev raman dikare pêşeroja gelan azad û demokratîk bike. Ji bilî vê, bi nêzîkatiyên ku têgihîştina netew-dewletê tîne, mirov nagihîje tu derê. Jixwe Ewropayê ji ber ku ev yek fêm kir, niha li şûna têgihîştina netew-dewletê -her çend bi temamî jê venegeriyabin jî- hişmendiyeke nêzî neteweya demokratîk qebûl kirine. Yan na, li Ewropayê aramî çênedibû. Ji ber vê yekê, ez bi vê hincetê gelê me yê ku di vê pêvajoyê de rabûye ser piyan, pîroz dikim. Dîsa, hemû mirovên me yên ku di encama êrişên li ser Rojava de şehîd bûne, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Ji bo bi dehan û bi sedan birîndaran jî şifaya xêrê dixwazim. Ev serhildana gel, di heman demê de ji bo me bangek e ku Yekîtiya Demokratîk a Kurd pêk bînin. Ev, armanceke wiha ye ku Rêber Apo û tevgera me bi dehan sal in hedef girtiye. Lê belê, ji ber ku bandora hêzên pir cuda li ser siyaseta Kurd heye û berjewendiyên hêzên cuda, yekîtiya netewî ji bo berjewendiyên xwe rast nabînin, me heta îro nekarî yekîtiya netewî pêk bînin. Yekîtiya demokratîk nehat avakirin. Êdî ji bo Kurdên her çar parçeyan, yekîtî tenê dikare bibe yekîtiya demokratîk. Yekîtiya demokratîk hem pêdiviya serdema me ye, hem jî wekî hewcedariya hebûna li her çar parçeyan, divê mirov yekîtiya demokratîk pêk bîne. Heke yekîtiya demokratîk pêk were, bi rastî Kurd bi hêz dibin û li her parçeyî nêzî azadiyê dibin. Lê divê ev di hişmendiya demokratîk de be, ne di hişmendiya hegemonîk de be. Hişmendiya demokratîk çawa ku di nav xwe de nêzîkatiyek demokratîk dixwaze, di peywendiyên bi gelên cîran re jî hişmendiyeke demokratîk dixwaze. Lewre hişmendiya demokratîk û têgihîştina demokrasiyê yekpare ye.”
Banga tevlêbûna çalakiyên 15ê Sibatê
Karasu herî dawî bang li gel kir ku tev li çalakiyên şermezarkiran Komploya 15ê Sibatê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nabe ku mirov di mijarekê de demokrat be û di mijarek din de ne demokrat be; ev nabe, ne rast e. Me li ser vê bingehê nêzîkatiya gel wekî bangekê qebûl kir. Heta hevalê Abbas û yên din ev wekî fermanekê dîtin. Em ê di vê çarçoveyê de ji bo pêkanîna yekîtiya demokratîk tiştê dikeve ser milê xwe pêk bînin. Di vê 15ê Sibatê de divê gelê me dîsa di çarçoveya vê yekîtiya demokratîk de, bi têgihîştina demokratîk li her derê rabe ser piyan. Rêber Apo rêberê Kurdan e. Kîjan Kurd dikare qebûl bike ku rêberê Kurdan 27 sal in bi vî rengî dîl girtî be? Çawa ku di dîrokê de gel êrişên li ser Qasimlo, Seyîd Riza û Şêx Seîd qebûl nekiribe, gelo Rêber Apo çima îro 27 sal in di wê zindanê de ye? Ji ber ku têkoşîna azadiya gelê Kurd dimeşîne û ji ber ku piraniya gelê Kurd dibêje ew rêberê me ye, ew di girtîgehê de ye. Ji ber vê yekê welatparêzî, Kurdayetî, Kurdayetiya rast û welatparêzî bi xwedîderketina li Rêber Apo dibe. Ji ber vê yekê, ez bang li hemû gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê dikim ku tevlî çalakiyên 15ê Sibatê bibin; ji bo azadiya Rêber Apo nêzîk bikin, azadiya gelê Kurdistanê nêzîk bikin, statuya li Rojava biparêzin û têkoşîna parastinê bilind bikin.”













