Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Senatorê amerîkî yê navdar Lindsey Graham re civiyan.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de li Almanyayê bi Senatorê amerîkî yê Komarî yê navdar Lindsey Graham re civiyan.
Graham di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de ji rojnamegeran re got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê wekî hevalbendek di şerê li dijî çeteyên DAIŞê de parastina gelê Kurd û piştgiriya wan bike û diyar kir ku Washington wan bernade.
Graham da zanîn ku welatê wî êrişên hikûmeta demkî li dijî Kurdan rawestandiye û qanûnek amerîkî heye ku her welatekî ku piştgiriyê dide êrişên ceza bike.
Senator Lindsey Graham xwediyê pêşnûmeya “Parastina Kurdan” e, ku dê li Kongresa Amerîkayê were pêşkêşkirin.













