MYKa DEM Partiyê, dê sibe ji bo du rojan bicive û di civînên xwe de geşedanên rojane binirxîne.
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo nirxandina geşedanên rojane sibe dicive. Civîna ku tê plankirin bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan de saet di 11:00an de li navenda giştî ya partiyê pêk bê, dê du rojan bidome.













