Wan – Xebatkara Kovara Jineolojiyê Aynûr Sarica ku têkildarî salvegera 27emîn a Komploya Navdewletî ya 15ê Sibatê axivî, bal kişand ser paradîgmaya azadiya jinan a Abdullah Ocalan û got: “Ji ber vê paradîgmayê em deyndarên Abdullah Ocalan in.”
Komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû pêkanîn ket sala xwe ya 27emîn. Di salvegera 27emîn de jî hemû beşên civaka Kurd li dijî komployê ku bi gelek aliyan ve hatiye têkbirin, nerazîbûnên xwe tînin ziman û dixwazin Abdullah Ocalan di demeke herî nêz de bigihije azadiya xwe ya fîzîkî. Taybetî jin, ji ber paradîgmaya azadiya jinan a Abdullah Ocalan piştgiriyeke mezin didin û ji hemû aliyan ve balê dikşînin ser azadiya wî.
‘Xwestin paradîgmaya Ocalan tune bikin’
Xebatkara Kovara Jineolojiyê Aynûr Sarica têkildarî komploya navdewletî nirxandin kirin û da zanîn ku beriya ku mirov berê xwe bide Komploya 9ê Cotmehê, divê mirov li pêvajoya beriya vê komployê binêre. Aynûr Sarica destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi tevgera xwe ve paradîgmayek ku ji bo hemû cîhanê bibe mînak ava kir û got: “Ev paradîgma ji aliyê hemû cîhanê ve hat nasîn û li ser nîqaş jî hatin kirin. Tevgera Azadiyê ji 28 raperînên din ên Kurdan cuda ye û dixwaze pirsgirêka Kurd bi awayeke aştiyane li ser esasê wekhevî û demokrasiyê bê çareserkirin. Li ser vê yekê jî paradîgmayek nû ku ji bo hemû gelên bindest hêviyek e, derket holê. Lêbelê hêzên hegemon ev paradîgma qebûl nekirin û dest bi komployeke mezin kirin. Ji ber hat fêmkirin ku ev paradîgma ji bo netewe-dewletan xetereyeke mezin e, westin vê paradîgmayê tune bikin. Lewma êrişî Rêberê Gelan kirin.”
‘Beriya paradîgmaya Ocalan hebûna jinê dihat înkarkirin’
Aynûr Sarica diyar kir ku di salvegera 27emîn ya vê komployê de jî paradîgmaya Abdullah Ocalan hêj li ser pêyan e û hêj kurtir bûye. Aynûr Sarica bi bîr xist ku lêkolîn û perspektîfên Abdullah Ocalan di şert û mercên îroyîn de jî bibandor in û wiha pê de çû: “Divê baş bê zanîn ku ev komplo ne tenê di şexsê birêz Ocalan de hatiye kirin, xwestin ji bo hemû gelan bindestiyekê ava bikin. Lê îro ev xwesteka wan jî vala derketiye. Em jin jî deyndarê Rêberê Gelan in. Beriya paradîgmaya wî dema em li cîhanê dinêrin, pêşiya jinê hatiye girtin û mafên wan hatine binpêkirin. Dîrokek bi hişmendiya mêrsalarî hatiye nivîsandin û hebûna jinê yan qet nehatiye nivîsin yan jî kêm hatiye nivîsîn. Lê Rêberê Gelan rabû û got ‘azadiya civakê di azadiya jinê de derbas dibe’. Jin di rastiyê de afirîner, çêker û avakar e, lê piştî netewe-dewletan ev mafên jinan hemû hatin binpêkirin. Ev binpêkirin têr nekir û jin hem ji bo netewe-dewletan hem jî ji bo hişmendiya mêrsalarî kirin kole.”

‘Niha bi milyonan jin bi fikriyata Ocalan xwe rêxistin dikin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Aynûr Sarica destnîşan kir ku dema êrişî Rojava kirin keziya jinê jê kirin û dîlgirtiyên jin ji bo serkêşên xwe weke diyarî didîtin. Aynûr Sarica da zanîn ku heman tişt di sala 2014an de bi êrişên DAIŞê jî kirin û ev tişt got: “Wî çaxî jî jin dibirin bazaran de pêşkêş dikirin, difirotin. Ev hişmendî di dîrokê de pir hatiye dîtin û hişmendiya mêrê serdest hertim êrişî jinan dike. Vê hişmendiyê hebûna xwe di tunekirina jinê de hesiband. Lê Rêberê Gelan Birêz Ocalan tespîta li ser jinê kir û got ku divê jin azadiya xwe ava bike. Rastî jî beriya hişmendiya mêr, jin rêveber û afirîner bû û netewe-dewletan xwest me tune bike. Lewma em ji bo vê paradîgmayê deyndarê Rêberê Gelan in. Em jî bi feraseta paradîgmaya azadiya jinê û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadiyê’ xwe rêxistin dikin û xwe bi rê ve dibin. Niha bi milyonan jin bi vê fîkriyatê di kolan û taxan de ji bo hebûn, çand, zimanê xwe rêxistina xwe xurt dike.”
‘Em hêvî dikin ku Ocalan bigihije azadiya xwe ya fizîkî’
Aynûr Sarica bal kişand ser azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên ku beriya Birêz Ocalan bê girtin, bi wî re têkilî dana û ew nas kirî hêj jî di bin bandora wî de ne. Ev 27 sal in di bin tecrîdekê de ye û ev tecrîd hêj jî didome. Ji ber ku bi awayekî fizîkî di nav gelê xwe de nîne. Tevî vê yekê jî bi peyam û nivîsên xwe bi milyonan kes rêxistin kir û ev bi milyonan kes ji bo azadiya wî dirûşman berz dike û xwedî li paradîgmaya wî derdikeve. Heke bi awayekî fizîkî di nava gel de be dê bi hezar milyonan kes pey wî bikeve û wê tevgera wî xurttir bike. Azadiya wî dê ji bo aştî û demokrasiya herêmê baştir be. Hêviya me ew e ku mafê hêviyê bikeve meriyetê û Rêberê Gelan bi fizîkî bê berdan.”












