Geşedanên van çend rojên dawî gelek girîng in. Konferansa Ewlehiyê ya Munihê mohra xwe li geşadenan xist. Li ser mijarê gelek şîrove û analîz hatin kirin û hê dê pir jî bên kirin. Konferans di warê wate û temsîliyeta Kurdan girîngiyekê bi xwe re anî. Enqere çima di mijara konfeansê de bêdeng ma mijara meraqê ye.
Vexwendin û beşdariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmet ya Konfeansa Ewlehiya Munîhê asta têkoşîna Kurdî derxist radeyeke jortir. Wezîrê Karên Derve yê Amerikayê Marco Robio bernameya plankirî ya Ukraynayê betal kir û beşdarê civîna li Munihê bû. Robio bi nûnerên Rojava û Sûriyeyê re civiya. Li ser navê Kurdan Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed beşdarî civînê bûn. Robio wek nûnerên Kurdan xîtabê Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed kir. Ev xîtab û pênase pir girîng e. Robio wezîr e û siyaseta fermî ya Amerîkayê temsîl dike. Pênaseyên Robio jî di raya giştî ya cîhanê de wek pênaseyên fermî yên Amerîkayê tê qebûlkirin.
Siyaseta Amerîkayê ya li ser Sûriyeyê bêtir di ser daxuyanî û Sefîrê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê Tom Barrack de pêk dihat. Baş tê zanîn ku daxuyanî û hewldanên Barrack, siyaseta Serokê Amerîkayê Donald Trump e. Lê daxuyanî û hewldanên Robio siyeseta Amerîkayê ye. Bi piştgiriya Kongreya Amerîkayê ev fermîbûn hê xurttir e. Di nûnertiya Amerîkayê û welatên din de pênase bi serê xwe naye bikaranîn. Her pênase bi wate ye û fermiyeta xwe heye.
Nûnerên Kurd û têkiliyên dîplomatîk
Di vî serdema ku pir tişt tevlihev bûne de ev pênaseya Marco Robio ya “Nûnerên Kurd” navê siyaseta nû ya têkiliyên dîplomatîk e. Mazlum Ebdî jî xwe wisa pênase dike û ji bo xwe dibêje “Nûnerê Kurd” û xwe dide nasîn. Ev pênase bersiv e û hişmendiya siyaseta her du aliyan vedibêje. Dibe ku ji bo vê îstşareyek jî hatibe kirin. Ji ber ku ji devê nûnerê Amerîka û nûnerê Kurd heman pênase tên kirin, bivê nevê pêkanbûneke wisa bibîr dixe. Ebdî ji bo Rojava jî dibêje hêrmên Kurdan. Ev jî pênaseya statuyê ye. Peyv, helwest, defakto, erdnîgarî û konsepta civakê bi hev re van ji pênaseyan û geşedanan re şahidî û referansê dîtin.
Rojava tê bikaranîn. Lê wateya Rojava ne tenê wateyek e. Gelek kes û derdor Rojava wek alî fam dike. Nizane cihek e û statuyek e. Ev jî zelaliyekê dixwaze. Divê teşe bê dayîn. Rojavayê Kurdistanê statuyê diyar dike. Herêma Kurdan statuyê diyar dike. Kurdistana li Sûriyeyê statuyek diyar dike. Lê bi serê xwe Rojava ne wisan e. Ji bo Ewropa jî rojava tê gotin. Ji bo hêleke mirov jî rojava tê gotin. Peyveke pir nerme û ji her aliyê ve tê gotin. Kesên ne serwextê mijarê bin di wateya rast de “Rojave” fam nakin.
Şirîkatiya Kurdan
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Robio di civîna ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî û nûnerên Kurd Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed re pêk hat de hikûmeta Şamê wek hikûmeta demkî pênase dike. Ev helwesteke pir eşkere û pirr bi îdia ye. Nenaskirina hikûmeta Şamê ye. An jî naskirina ji bo demekê ye. Di vê civînê de li rûyê her du aliyan dibêje, di çarçoveya entegrasyona sivîl de Kurd li Sûriyeyê xwedî gotin in. Di hikûmeta ne demkî ya Sûriyeyê de nûnertiya Kurdan hebe û ezmûna Kurd a siyasî ji dewleteke ne demkî ya Sûriyeyê re bibe cil û berg. Bi gotineke servekirî Kurd dibin şirîkê dewleta Sûriyeyê ya ne demkî. Ev girîng e û divê ji bo vê xebatên xurt yên dîplomatîk û yên rexistinkirî yên civakî û neteweyî bên kirin.
NATO û beşdariya Kurdan a konferansê
Di vexwendina nûnerên Kurd a konferansa Munîhê de helwesta Amerîkayê girîng e, lê helwestên din jî ne kêmî yên helwesta Amerîkayê ye. Ji Konferanasa Ewlehiya Munihê (MSC) re ne tenê Almanya pêşengiyê dike. MSC organîzasyona NATOyê ye. Kes, kom an welatên tên vexwendin di vê giraniyê de tên vexwedin. Vexwendina Mazlum Ebdî mîsyona leşkerî û vexwendina Îlham Ehmed mîsyona sivîl jî di vê hişmendiyê de pêk hatiye.
Di ruhiyeta organîzasyona MSCê de mîsyona temsîlyeta leşkerî û sivîl heye. Ev ji bo temayulên dîplomasiyê ji wisa ye. Amerika û endamên Konferansa Ewelehiya Munihê bi vê vexwendinê naskirina statuya leşkerî û sivîl ya Rojava bi rengeke defakto û şênber xistin rojeva cîhanê. Ev dê hem rê li ber naskirinê veke û hem jî dê destê kesên bixwazin nas bikin rehet bike. Ev ji bo wan dê bibe referansa pêşxistina têkiliyan û naskirinê. Hevdîtina serok, wezîr û dîplomatên welatên curbicur ya bi Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed re vê şîroveyê piştrast dike.
Rêveberiya herêma Kurdan
Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî piştî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bersiv da pirsên rojnamegeran û got: “Rayedarên Wezareta Karên Derve yê Sûriyeyê û Rêveberiya Şamê di têgeh û navan de dixitimin. Nav çi dibe bila bibe em rêveberiyeke heremî ya Kurd dixwazin, ev jî rêveberiya xweser e.”
Bêdengiya Tirkiyeyê
Gelo welateke wek Tirkiyeyê ku bi siyasete neyartiya înkar û tunekirina Kurdan tê nasîn çima li dijî vê vexwendina MSCê bêdeng ma. Çima gef û gurên xwe di ser çapameniya alîgir de nebarand? Sedema xwe pir diyar e. Hêza li pişt vexwedinê xurt e. Hêza Tirkiyeyê têr nekir vê biryara vexwendinê betal bike.
Helwesta berxwedêr ya Kurd û Kurdistane ya li çar parçeyên Kurdistanê û li seranserî cîhanê pêk hat her deverê hejand. Ev yek hem fikara nava ruhê organîzasyona MSCê û hem jî xwediyê siyaseta înkar û tinekirina Kurd û Kurdistanê Tirkiyeyê xist nava fikaran. Ev hêz hêza kilîta çareseriyê ye. Ji bo geşkirin û mezinkirina vê hêzê û vê siyasetê her Kurd û dostên Kurdan berpirsin.










