Wan – Xwendekara Mastirê ya Mafnasiyê ya Zanîngeha Rojava Arîn Mihemed banga avakirina komîteyeke hiqûqê ji bo parastina mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de kir û diyar kir ku divê hemû hiqûqnas û zanyar qanûnên parastina mafên Kurdan pêşniyar bikin.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku serokatiya wê Ahmet El Şara yê HTŞî dike, bi navberkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 6ê çileyê de bi Îsraîlê re hevdîtinek kir. Di heman rojê de çeteyên HTŞê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê êriş birin ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê. Piştî êrişan van çete û komên çekdar berê xwe dan herêma Rojavayê Kurdistanê ya xweser û qetlîamên mezin pêk anîn. Piştî HSD ji Tebqa, Reqa û Dêrazorê vekişiyan herêmên ku Kurd lê zêde ne, biryara berxwedanê dan û serferberî ragihandin. Di vê pêvajoyê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Rêveberiya Xweser li gel nûnerên hikûmeta demkî gelek hevdîtin kir, lê belê negihîştin encamekê.
Teslîmiyet ferz kirin lê Kurdan qebûl nekir
Nûnerên Kurdan ku ji Mazlûm Ebdî, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêk dihat, di 17ê Çileyê de li Hewlêrê bi nûnerê serokê Amerîkayê ya Sûriyeyê û sefîrê Enqereyê Tom Barrack re civînek li dar xistin. Di vê civînê de Barrack teslîmiyet danîbû ber Mazlûm Ebdî û civîn bi awayekî negatîf bi dawî bibû. Piştî vê civîne, Mazlûm Ebdî di 19ê çileyê de çû Şamê û bi Şara re hevdîtinek kir. Li Şamê jî teslîmiyet hat ferzkirin û Mazlûm Ebdî careke din ev teslîmiyet red kir. Piştî civînê vegeriya Rojava û bi wêneyeke ku çek di destê wî de peyama şer da.
Di 29ê Çileyê de peyman hate îmzekirin
Herî dawî bi navberkariya DYA û Fransayê nûnerên Kurdan û hikûmeta demkî careke din civiyan û di 29ê Çileyê de peymana entegrasyonê îmze kirin. Li gorî vê peymanê dê hêzên hikûmeta demkî nekevin axa Kurdan, saziyên Kurdan dê erka xwe berdewam bikin û koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Helebê careke din vegerin warên xwe. Her wiha dê di destûra nû ya Sûriyeyê de jî hemû mafên Kurdan bên mîsogerkirin. Ev yek jî pirsa “Gelo dê ji bo çêkirina destûra nû komîteyek ji Kurdan hebe yan na?” di serê mirov de çêdike.
Têkildarî çêkirina destûra nû, xwendekara Mastirê ya Mafnasiyê ya Zanîngeha Rojava Arîn Mihemed ji Ajansa Welat re axivî û banga avakirina komîteyeke hiqûqî kir.
‘Rewş hê jî ne zelal e’
Arin Mihemed destnîşan kir ku di çarçoveya peymanê de çend gav tên avêtin û erênî jî diçe, lê hêj nezelalî jî gelek e. Arîn Mihemed diyar kir ku bi van gavên erênî tenê çend xal hatine zelalkirin û got: “Heta niha gelek peyman çêbûne, lê pêknehatine. Em hêvî dikin ev peyman ne weke yên borî be. Di van 14 salên dawî de gelek lîstik û plansazî li ser vir pêk hatine û gelek hêzan bi navên cuda cuda li dijî me şer kirine, planên navneteweyî ku Şoreşa Rojava têk bibin xistine meriyetê. Lêbelê li dijî vê berxwedaneke mezin derket pêş û gel bi hêvî û baweriya xwe bi ser ket. Divê weke van 14 salên dawî em bi xwe, hêza xwe û rêveberiya xwe bawer bikin. Em bi hêvî û bawer bin em ê vê carê jî bi ser bikevin.”
‘Divê qanûnên parastina mafên Kurdan bên pêşniyarkirin’
Arîn Mihemed anî ziman ku ev peyman ne îspateke ku Kurd gihiştine mafên xwe û got ku divê hemû mafên Kurdan di destûra nû de bên mîsogerkirin. Arîn Mihemed destnîşan kir ku beşdarbûna komîteyeke hiqûqî ji nava Kurdan ji bo nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê ne zelal e û wiha got: “Heta reşwa Rojava zelal nebe, hemû xalên ku çareserî ji wan re pêwîst e, çareser nebin em nikarin bibêjin dê komîteya hiqûqî ya Kurdan beşdar bibe. Lê hevceye em niha di nava xwe de komîteyeke hiqûqê ava bikin ku hemû hiqûqnas û zanyarên li Rojava dijîn di nav de cih bigirim. Divê endamên vê komîteyê û hiqûqnasên derveyî vê komîteyê jî qanûnên parastina mafên Kurdan pêşniyar bikin. Erka me mafnas û hiqûqnasan ew e ku em komîteyeke hiqûqî ava bikin da ku mafê me Kurdan bên mîsogerkirin.”













