Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk di ajansa PAPê de bang li welatiyên Polanyayê kir ku demildest ji Îranê derkevin.
Her ku diçe metirsiya şer a li Îranê zêde dibe. Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk ji ber zêdebûna xetereya şer bang li welatiyên Polonyayê kir û ji wan xwest ku ji Îranê derkevin û bi tu awayî di vê serdemê de neçin Îranê. Ji ber bangên derketinê yên bi vî rengî di raya giştî ya cîhanê de fikarên rûdana şerê di navbera Îran û Amerîkayê de zêde dike.
Donald Tusk agahiyê di ser Ajansa Nûçeyan a Polonyayê (PAP) de parve kir û wiha got: “Welatiyên me ji kerema xwe re bila ji Îranê derkevin û bi tu awayî neçin Îranê.” Donald Tusk got ku ew naxwaze fikara şer zêde bikin lê li Îranê îhtimala şer şer zêde ye.
‘Şer encamên neyînî derdixe pêş’
Serokwezîrê Polonyayê Tusk da zanîn ku di demên wiha de rewş ne baş e û kes naxwaze berpirsiyariya jiyanî hilde ser xwe. Her wiha Tusk daxwaza derketina lezgîn dubare kir û wiha got: “Berê hişyariyên me cidî nehatin girtin û encamên nebaş pêk hatin. Ji ber vê em dixwazin vê carê li gor banga me welatiyên me birpirsiyar tevbigerin û ji Îranê demildest derbikevin.”







