Li Stenbolê partiyên siyasî û saziyên civakî amedakariyên Mitînga Azadiyê bênevber didomînin.
Dê di 27ê hezîranê de li Wan û Mersînê, 28ê hezîranê jî li Amed û Stenbolê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mitînga Azadiyê bên lidarxistin. Li Stenbolê amadekariyên mitîngê bênavber didomin.
Li Perava Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmeceyê, navçeyên Gungoren, Fatîh, Umraniye, Bahçelîevler û Esenyûrtê belavok hate belavkirin. HDK û DEM Partî serdana Cemexaneya Pîr Sûltan Abdal a Gungoren û Baxcilarê kirin.

















