KURDÎGEHê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pêşengeha Navdarên Kurd vekir.
Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li Galeriya Hunerê ya Rêya Armûşê pêşengeha Navdarên Kurd vekir. Parlamenterên DEM Partiyê Mahmut Dîndar, Zulkuf Uçar, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevşaredarên navçeyên navedî yên Wanê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî pêşengehê bûn.
Di peşengehê de portreyên navdarên Kurd û pirtûkên ku derheqê jiyan û berhemên wan de agahî didin hatin pêşandan.














