Di êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê de berpirsekî Hizbullahê û 9 kesên din hatin kuştin û 50 kes birîndar bûn.
Îsraîlê li navçeya Sehil El Bîqaa ya li rojhilatê Libnanê êrişên hedefên Hizbûllahê kir. Hate zanîn ku di encama êrişan de ligel berpirsekî Hizbullahê, bi kêmanî 9 kes hatine kuştin û nêzî 50 kes birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê jî der barê êrişê de daxuyaniyek li ser Xê weşand û agahî dan ku navendên fermandariyê yên Hizbullahê yên li herêma Beîlbekê hedef girtine û angaşt ku derbeyên giran li rêxistina navborî xistine.













