Hate ragihandin ku kurê rêveberê Hemasê Ezam Xelîl El Heyê di êrişa Îsraîlê de hatiye kuştin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane rojnameya Şerq El Ewsat, kurê rêberê Hemasê û serokê şandeya danûstandinên agirbestê Ezam Xelîl El Heyê îro hat kuştin.
Çavkaniyan ji rojnameyê re diyar kir ku Ezam Xelîl El Heyê duh êvarî di êrişa dronan Îsraîlê de li taxa Derec a rojhilatê bajarê Xezayê birîndar bûbû.
Çavkaniyên ji Nexweşxaneya El Ehlî El Erebî (Mamedanî) jî diyar kir ku birîna Ezam El Heyê giran bû.
Çavkaniyekî ji Hemasê jî piştrast kir ku êrişa Îsraîlê ya duh giran û berfireh bû, di encamê de 5 kes û Ezam El Heyê hatin kuştin.
Bi vê yekê re rêveberê Hemasê Xelîl El Heyê 5 kurê xwe ji dest dide. Cêwiyê Ezam (Humam) tevî hejmareke rayedarên din ên Hemasê di êrişa Îlona 2025’an de li Qeterê hatibû kuştin.













