Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê bi boneya ku Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol li dijî rojnamegerek bi şêwazek xerab axivî ye, lêpirsîn da destpêkirin û pêdankirinên pêwîst bicih anî.
Hat zanîn ku di meha Çileyê de rojnameger Mucahît Tarlan ji ber nepaqijkirina berfê û rêyan rexne li Şaredariya Tetwanê kiribû. Bi boneya vê yekê di navbera rojnameger û Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol de minaqeşeyek rû dabû. Piştî vê minaqeşeyê Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê mudaxileyî meseleyê kir û derbarê hevşaredar de lêpirsîn da destpêkirin. Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê di encama lêpirsînê de pêdankirinên pêwîst da hevşaredar û bicih anî.













