Amed – Pirtûkxaneya Bideng a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên ji bo kesên çavên wan nabînin, didomîne. Di vê çarçoveyê de, 66 dilxwazan, di nava 5 mehan de li pirtûkxaneyê 31 pirtûk bideng kir. Berpirsê pirtûkxaneyê Abdulmecît Yilmaz, da zanîn ku pirtûkxane dê bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî û bi zimanê Tirkî xizmetê bide û ji bo piştgiriyê bang li dilxwazan kir.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, bi armanca ku kesên çavên wan nabînin bigihin materyalên nivîskî û ji bo ku xizmet bi awayekî wekhev, serbixwe û ewle werin pêşkêşkirin, piştî heşt salan Projeya Pirtûkxaneya Bideng jinûve da destpêkirin. Li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi motoya “Jiyana Hevpar a Gihîştbar” stûdyoyeke deng hat avakirin û xebat li ser bingeha dilxwaziyê têne meşandin.
Di çarçoveya xebatê de ji bo welatiyên çavên wan nabînin pirtûkên dersan, çîrok, helbest û roman bideng têne xwendin. Qeydên ku têne arşîvkirin, dê li ser malpera înternetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (www.diyarbakir.bel.tr) û Pirtûkxaneya Gel a Amîdayê pêşkêşî xizmeta welatiyan bên kirin.
66 dilxwazan 31 pirtûk xwendin
Berpirsê Pirtûkxaneya Bideng Abdulmecît Yilmaz anî ziman ku di pirtûkxaneyê de ne tenê roman û çîrok, her wiha pirtûkên ku jiyana astengdaran hêsan dikin an jî yên ji bo amadekariya azmûnan (îmtîhanan) jî têne xwendin. Yilmaz diyar kir ku ev xebateke girîng û bifayde ye û bal kişand ku xwedihandina vê xebatê hatiye zêdekirin.

Abdulmecît Yilmaz derbarê xebatan de ev agahî dan: “Me beriya pênc mehan dest pê kir. Di destpêkê de me piştgirî ji saziyên civakî yên sivîl û yekîneyên şaredariya xwe, nexasim ji hevalên ku di qada çandê de xebatê dikin girt. Me serlêdan wergirtin û zû derbasî xwendina pirtûkan bûn. Niha bi giştî 66 dilxwazên me yên qeydkirî hene. Hejmara pirtûkên ku ji aliyê van 66 dilxwazan ve hatine xwendin 31 e.”
Dê bi Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî xizmetê bide
Abdulmecît Yilmaz da zanîn ku pirtûkên bideng tên xwendin, dê di demekî nêz de di beşa “Pirtûkxaneya Bideng a Gihîştbar” a li ser Pirtûkxaneya Gel a Amîdayê de werin weşandin. Abdulmecît Yilmaz her wiha got ku qeyda pergalê bi rapora astengdariyê tê kirin û mirov dikarin bi vî awayî xwe bigihînin pirtûkan.Abdulmecît Yilmaz diyar kir ku dema pirtûkxane ava kirine wan girîngî daye pirzimanîbûnê û wiha got: “Mafê mirovan heye ku bi zimanê xwe yê dayikê pirtûkan bixwînin û bigihin wan. Ji ber ku mafê zimanê dayikê ji bo me hemûyan mafekî jêneger e, divê xizmet jî li gorî vê werin sêwirandin. Niha pirtûk bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî û bi Tirkî têne xwendin û qeydkirin.”
Astengdarên ku dibin endam dê bikaribin pirtûkan daxînin
Abdulmecît Yilmaz got ku piştî avakirina Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, wan Pirtûkxaneya Bideng wekî yek ji xebatên herî pêşîn dîtiye û bi lez dest bi projeyê kirine. Abdulmecît Yilmaz anî ziman ku di pêvajoya pêş de bi xurtkirina binesaziya teknîkî, dê di ser sepan (aplikasyon) û malpera webê re bingeheke daneyan a berfirehtir were avakirin.
Banga dilxwaziyê kir
Abdulmecît Yilmaz bang li welatiyan kir ku ji bo xebatên xwendina pirtûkan bibin dilxwaz û diyar kir ku serlêdan li Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran tên kirin.
‘Em dixwazin gelê me piştgiriyê bide vê xebatê’

Xwebexşa Pirtûkxaneya Dengî Nurcîhan Yilmaz jî anî ziman ku astengdar di gelek qadên jiyanê de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em barê wan hinekî hildin ser milên xwe û sivik bikin. Ev xebat pir bi qîmet e. Ez bawer dikim ku xebateke wiha dê rêya geşepêdanê ji wan re vebike. Divê xebatên wiha zêdetir bibin. Kesên ku dixwazin cih di vê xebatê de bigirin, divê hinek ji wextê xwe veqetînin û piştgiriyê bidin. Em dixwazin gelê me piştgiriyê bide.”
















