• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KJKê ji bo Şengalê bang kir: Têkevin liv û tevgerê

Navenda Nûçeyan/ AW

23 SIBAT 2026 - 13:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî zext û lîstokên nû yên hikûmeta Iraqê yên li dijî Şengalê daxuyanî da û got: “Em bang li her kesî dikin ku ji bo naskirin û misogerkirina statuya xweser a gelê me yê Şengalê wek dîplomatîk, siyasî û parastinê bikevin nava liv û tevgerê. Hêza berxwedanê ya gelê me çawa ku heta niha serketî bû, ji niha û pê ve jî wê serketî be.”

Piştî zextên Tirkiyeyê yên li dijî Êzidiyên Şengalê artêşa Iraqê jî ket nava tevgerê. Artêşa Iraqê duh li Şengalê dest bi çêkirina noqteyên nû yên leşkerî kir û li seranserê Şengalê jî dest bi komkirina çekên welatiyan kiriye ku Şengalî bi vê yekê bêparastin dimînin.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

KJKê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku cîhan piştî Şerê Parvekirinê yê 1emîn îro di nav qeyrana herî mezin de ye û wiha got: “Rewşa pergala netewe dewletan ku nikare bê dewamkirin û îflasa cîhana ji du cemseran nîşaneya kûrahî û bingehîniya krîzê ye. Kaos jî ji ber şerê navbera hêzên ku dixwazin statukoya pergala hegemonîk dewam bike û jinûve dîzayn bike rû da. Ji ber ku pergala navneteweyî ya sîstema hegemonîk li Rojhilata Navîn bi netewe dewletên qirker pêk hatiye, Rojhilata Navîn û Kurdistan a ku bi çar parçeyan hatiye parçekirin bûye navenda Şerê Cîhanê yê 3yemîn. Lê belê krîza avanî û guherîna kaosî bi xwe re derfetên pêşketina li ser bingeha erênî jî tîne. Lewma Rojhilata Navîn di kêliya çarenûsê de ye: Ya wê li ser bingeha çareseriya demokratîk a Rêber Apo diyar kiriye çareseriyek esas bê ergirtin, çareseriyên bingehîn ji pirsgirêkan re bê peydakirin, ya jî wê siyaseta înkarê ya heyî dewam bike û mehkûmî her cûre hilweşînê be.”

Şengal sembola gelan baweriyan û jinan e’

Di berdewama daxuyaniya xwe de KJKê da zanîn ku dewletên mêtinger xwe dispêrin înkar û îmhakirinê û wiha pê de çû: “Hewl didin xwe bidmînin û kaosa li cîhanê jî dixwazin ji bo vê armanca xwe bi kar bînin. Komploya 15’ê Sibatê ya duyemîn ku bi êrişa qirkirinê ya li ser Rojava destpê kir, niha jî bi plana qirkirinê ya li ser Şengalê tê dewamkirin. Şengal li qirkirineke bêmînak a dîrokî rast hat ku bi destê DAIŞê hate kirin ku amûra dewletên herêmê ye. Lewma her operasyoneke leşkerî ya li ser Şengalê û her hewldana ji bo têkbirina rêveberiya xweser wê bibe êrişa duyemîn a mezin a DAIŞê. Şengal sembola jinên cîhanê, Kurdan, gelên bindest û baweriyan e. Şengal cihê qirkirin û berxwedanê ye û nêzîkatiya li Şengalê çarenûsa herêmê diyar dike. Destwerdan û êrişeke duyemîn a li ser Şengalê wê bibe qirkirineke nû ya jinê, qirkirineke nû ya Kurdan, qirkirineke nû ya baweriyan.”

Metirsiya Tirkiye û Iraqê

KJKê da bang li raya gişştî ya Iraqê û derdorên dîplomatîk kir û wiha got: “Li şûna ku li ser bingeha şerê li hemberî Kurdan bikeve xefika hêzên komploger divê bi gelê Kurd û bawermendên Êzidî re çareserî û aştiyeke stratejîk esas bê girtin û pêkanîn. Hevkariya bi pîlana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan wê bibe desteserkirina gelên Iraqê. Yekane rêya têkbirina lîstika -tevlîhev bike û bide şerkirin- a hêzên komploger ku li ser civaka Iraqê dimeşîne, misogerkirina hebûna gelê Kurd di nava sîstema îdarî û destûra bingehîn e, naskirina statuya xweser a Şengalê ye.”

Bi ruhê yekitiya neteweyî banga seferberiyê

KJKê ji bo Şengalê wekî Rojava bi riha seferberiya yekitiya neteweyî kir û daxuyaniya xwe wiha domand: “Divê her kes di asta şoreşê de helwestê nîşan bide. Kurd û jin wê careke din qet tine neyê hesibandin, wê tine nebe, wê xwe li bêstatubûnê ranegirin. Ji bilî ‘Ya azadî, ya azadî’ wê çareseriyeke din ti carî pêk neyê. Emê nehêlin ku dagirkerî û koletiya li jinên Kurd rewa tê dîtin dubare bibe û bibe çarenûsa welatê me. Em bang li rêxistiniyên jinan û derdorên demokratîk çep hemûyan dikin; ji bo careke din li Şengalê zemîn ji qirkirinê re neyê amadekirin, piştgiriyê bidin gel û jinên Şengalê. Parastina gel û jinên Şengalê û xwerêveberî mafê rewa ye.”

‘Serkeftin bi dîplomasî siyaset û parastinê pêkan e’

Di dawiya daxuyaniyê de KJKê destnîşan kir ku naskirin û misogerkirina statuya xweser a gelê Şengalê dê li ser bingeha karên dîplomatîk, siyasî û parastinê were pêkanîn û wiha derbirî: “Hêza berxwedanê ya gelê me çawa ku heta niha serketî bû, ji niha û pê ve jî wê serketî be.”

Etîket: daxuyanîKJKKomkujîMetirsiya DAIŞêMetirsiya Tirkiye û IraqêSengal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

9 HEZÎRAN 2026
TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

8 HEZÎRAN 2026
Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

7 HEZÎRAN 2026
‘Jinên Kurd dê rê nedin gotinên nijadperestî’

‘Jinên Kurd dê rê nedin gotinên nijadperestî’

7 HEZÎRAN 2026
Li Şengalê li ser avakirina komînan perwerde hat dayîn

Li Şengalê li ser avakirina komînan perwerde hat dayîn

6 HEZÎRAN 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

4 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev der ne Hewreman e gundên Xîzanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (261)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne