Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ragihand ku ji bo ew biçin Îmraliyê dê di demek kin de serî li Wezareta Dadê bidin.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku Şandeya DEM Partiyê ku dê biçe Îmraliyê ji bo çûna duyemîn hê serî li wan nedaye û wiha got: “Ji bo çûna hevdîtina duyemîn hê jî xwestekek ji me re nehatiye. Dema xwestek hebe em ê li gorî rewşê biryar bidin.”
Şandeya Îmraliyê: Em ê serlêdanê bikin
Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Em ê ji bo hefteya pêşiya me di demek kin de serlêdanê bikin.”
Her wiha Şandeyê da zanîn ku ew ê 17ê Çile têkildarî hevdîtina li Îmraliyê û hevdîtina li gel partiyên siyasî dê daxuyaniyek berfireh bi raya giştî re parve bikin.
Di rojên pêş de tê payîn şande serlêdanê bike û biçe li Îmraliyê li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtina duyemîn pêk bîne.