Li Parlamenta Ewropayê wê di 25ê Sibatê de bi civînekê mijarên diyalog, aştî, lihevkirin û demokrasî ya navbera Kurd û Tirkan de bê nirxandin.
Bi malovaniya endama Parlamenta Ewropayê (MEP) Evîn Încîr wê civînek bi sernavê “Turkey and the Kurds in Dialogue: Peace, Reconciliation and Democracy” di 25ê Sibata 2026an de roja Çarşemê li Brukselê bê lidarxistin. Civîn wê li salona SPINELLI 3H1 a Parlamenta Ewropayê saet di navbera 17:00-19:00an de pêk were.
Moderatoriya bernameyê wê ji aliyê rojnamevan Amerîn Zaman ve bê kirin. Di civînê de ku axaftin wê bi zimanên Îngilîzî, Almanî û Îtalî bên wergerandin, endamên Parlamenta Ewropayê yên ji komên siyasî yên cuda, akademîsyen û siyasetmedar wê biaxivin.
Li gel Evîn Încîr wê endama destreya rêveberiyê ya EUTCC Dersim Dagdevîren, Andreas Schieder, Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan Mîthat Sancar, Leoluca Orlando, Per Clausen, Thijs Reuten û Dr. Ayhan Işik jî tevlî bibin.
Mîthat Sancar û Îlham Ehmed jî beşdar dibin
Parêzera Mafên Mirovan Şîrîn Ebadî ya ku Xelta Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, Qasida Nêta Baş a Konseya Ewropayê Bianca Jagger û Xelatgira Saskharovê Leyla Zana piştevanên civînê ne. Her wiha te ragihandin ku dê Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Mîthat Sancar û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî dê beşdarî civînê bibin.
Tê payin ku di civînê de çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, jinûve avakirina pêvajoya aştiyê û rola gengaz a Ewropayê ya di vê pêvajoyê de bêne nirxandin.









