Ji bo Dîyar Koç ê ku di çalakiyên Rojava de hatibû îşkencekirin, li pêşberî Girtîgeha Sîncanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji bo binpêkirinên li nexweşxane û girtîgehê daxwaza lêpirsîne hate kirin.
Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Hêzên Ciwanên Şoreşger (Dev-Guç) û endamên Ciwanên Demokratîk ên Nû, ji bo Dîyar Koç ê ku di çalakiyên piştgiriya Rojava de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi îdiaya “al daxistiye” bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û girtin li pêşberî Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Dîyar Koç ne bi tenê ye, rûmeta miroviyê dê îşkenceyê têk bibe” hate vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Kurdistan dê ji bo faşîstan bibe goristan ” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
Bêyî dermankirin hat girtin
Endamê Melisa Ciwanan a HDKê Jiyan Bahadir daxuyanî xwend. Jiyan Bahadir diyar kir ku Diyar Koç bêyî ku bê tedawîkirin hatiye girtin û berpirsiyariya pêşîlêgirtina îşkenceyê nehatiye pêkanîn.
Divê mafê tenduristî û parastinê were mîsogerkirin
Bahadir anî ziman ku îdareya girtîgehê ji ber rewşa tendiya li dijî Koç hatiye pêkanîn qebûl nekiriye û ev tişt got: “Em hedefgirtin, tundî û sepanên dermirovî yên li dijî Koç hatine kirin qebûl nakin. Îşkence û sepana xirab tenê bi tundiya fîzîkî ve sînordar nîn e, tundiya sîstematîk û derûnî jî di vê çarçoveyê de ye. Divê îdiayên îşkence û sepana xirab bên lêpirsînkirin û der heqê berpirsiyaran de lêpirsîn werin destpêkirin. Mafê tenduristî û parastinê bê misogerkirin.”













