Rojnameger Îlaya Mihemed li Îranê hate binçavkirin. Derbarê sedema binçavkirinê de tu agahî nehatin bidestxistin.
Li Îranê zext, girtin, binçavkirinên û sepanên derveyî mirovahiyê didomin. Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, rojnamevana bi navê Îlaya Mihemed a duh hat binçavkirin. Derbarê aqûbeta Îlaya Mihemed de hêj jî tu agahî nehatin bidestxistin.
Îlaya Mihemed di 29ê Îlona 2022yan de jî hatibû binçavkirin û wê demê Îlaya salek û 5 meh di girtîgehê de hatibû ragirtin.













