Bernameya salvegera yekemîn a banga 27ê Sibatê li Enqereyê dest pê kir. Di bernameyê de peyama nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê xwendin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tekildarî salvegera yekêm a banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê sibatê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû kirin li Dika Yilmaz Guney a navçeya Çankaya ya Enqereyê bernameyek li dar dixe. Zêdetirî 150 saziyên çapemeniyê û rojnameger bernameyê dişopînin. Her wiha çapemeniyê cîhanê jî eleqeeyek mezin nîşan da. Li eywana bernameyê bi 3 zimanan, Kurdî, Tirkî û Îngilîzî, pankarta “Salvegera yekemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk” dinivisîne hat daliqandin.
Bername ji bo cangoriyên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameyê de sînevîzyona ku qala pêvajoyê û Sirri Surreya Onder dike hate nîşandan.
Piştî temaşekirina sînevîzyonê hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol wê biçin dîwanê. Piştre dê Hatimogûllari û Bakirhan biaxivin.
Piştî axaftina hevserokan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Kurdî û Tirkî dê bê xwendin. Piştî xwendina peyamê bernamê dê bi dawî bibe.













