Heyeta Îmraliyê bi armanca salvegera yekemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk wêneyek nû yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve kir.
Îro salveger yekemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. 27ê Sibata 2025an banga Abdullah Ocalan hatibû xwendin û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiribû. Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi armanca salvegera yekemîn a pêvajoyê wêneyek nû yê Abdullah Ocalan belav kir.
Abdullah Ocalan di wêne de metnek di destê wî de ye û dixwîne. Cilên li Abdullah Ocalan balê dikişîne ser xwe. Cilên wêneyê îro hate belavkirin û cilên wêneyê banga 27ê Sibata 2025an heman in.
Çakêtê bi rengê lacîwert û sorê tarî li xwe kiriye. Di wêneyê îsal de simbêl û porê Abdullah Ocalan hinek dirêjtir xuya dike.
Abdullah Ocalan kêliya wêne girtin, ne li metna li berê li wênegirê dinêre û çavê wî hinek vekirîtir hatine xuyakirin.













