• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Weqfa Nêrgiz Mihemedî: Jiyana girtiyên Îranê di bin metirsiyê de ne

    Weqfa Nêrgiz Mihemedî: Jiyana girtiyên Îranê di bin metirsiyê de ne

    Mazlûm Ebdî şandeya hikûmeta demkî pêşwazî kir

    Mazlûm Ebdî şandeya hikûmeta demkî pêşwazî kir

    Li Dîdîmê coşa 8ê Adarê: Em bi berxwedanê jiyaneke azad dihûnin

    Li Dîdîmê coşa 8ê Adarê: Em bi berxwedanê jiyaneke azad dihûnin

    Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê li Bexdayê hate kuştin

    Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê li Bexdayê hate kuştin

    Pervîn Buldan: Divê Demîrtaş were berdan  Mîthat Sancar: Demîrtaş dixwaze tev li pêvajoyê bibe

    Pervîn Buldan: Divê Demîrtaş were berdan Mîthat Sancar: Demîrtaş dixwaze tev li pêvajoyê bibe

    Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Weqfa Nêrgiz Mihemedî: Jiyana girtiyên Îranê di bin metirsiyê de ne

    Weqfa Nêrgiz Mihemedî: Jiyana girtiyên Îranê di bin metirsiyê de ne

    Mazlûm Ebdî şandeya hikûmeta demkî pêşwazî kir

    Mazlûm Ebdî şandeya hikûmeta demkî pêşwazî kir

    Li Dîdîmê coşa 8ê Adarê: Em bi berxwedanê jiyaneke azad dihûnin

    Li Dîdîmê coşa 8ê Adarê: Em bi berxwedanê jiyaneke azad dihûnin

    Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê li Bexdayê hate kuştin

    Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê li Bexdayê hate kuştin

    Pervîn Buldan: Divê Demîrtaş were berdan  Mîthat Sancar: Demîrtaş dixwaze tev li pêvajoyê bibe

    Pervîn Buldan: Divê Demîrtaş were berdan Mîthat Sancar: Demîrtaş dixwaze tev li pêvajoyê bibe

    Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

Navenda Nûçeyan / AW

2 ADAR 2026 - 16:55
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abddullah Ocalan peyamek têkildarî Rapora Komîsyona Meclîsê ragihand û bal kişand ser derfetên ku rapor ji bo çareseriya demokratîk rêyek nû pêşkêş dike. Abdullah Ocalan destnîşan kir ku divê rapor baş bê famkirin û wiha got: “Rapor encama têkoşîna bi dehan salan a demokrasiyê ye. Lê ne dawî destpêkek e. Rêyek ji bo demokrasiyê vedike. Divê kes nekeve nav rehavetê jî. Ji ber ku têkoşîn nû dest pê dike.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sekreteryaya wî têkildarî Rapora Komîsyona Meclîsê peyamek şand û li ser naveroka raporê nirxandinên girîng kirin. Di peyamê de hate bi bîr xistin ku Komîsyona Hevbendiya Neteweyî, Biratiyê û Demokrasiye rapora xwe aşkera kiriye û weşandina raporê bûye mijara sereka ya rojeva Tirkiye, herêm û cîhanê. Di peyamê de hate destnîşan kirin ku ev yek girîngiya aliyê siyasî yê raporê nîşan dide.

‘Spasiya hemû kesên ked dane dikim’

Di peyamê de hate destnîşan kirin ku rapor di encama pêvajoya dialogê ya ku li Îmraliyê dest pê kirî, bi îradeya Rêzdar Serokkomar R. Tayyîp Erdogan û banga Rêzdar Devlet Bahçeli de derketile holê. Peyam wiha didome: “Hemû aliyên têkildar divê vê rastiyê qebûl bikin û dest bi pêwistiyên pêvajoya qanûnî, sazûmanî û pratîk a ku rapor destnîşan dike, bikin. Ev yek dê misoger bike ku çek bi awayekî qetî ji rojeva me derkeve. Ez spasî ji hem partiyan û hem jî ji girseyên ku ew temsîl dikin re dikim. Her weha ji hemû kesên ku bi dilsozî ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê kar kirine û ked dane re û ji keda hevalê yê hêja Sırrı Sureyya Onder ku dema ji bo pêvajoya aştiyê dixebitî jiyana xwe ji dest da, spasiyên xwe pêşkêş dikim.”

‘Rapor encama têkoşîna bi dehan salan e’

Di peyamê de hate diyarkirin ku pêvajoya dialogê ya em li Îmraliyê dimeşînin têkoşînek cidî ye û ev nirxandin hatin kirin: “Ew bi kedek giran a hemû kesên ku dixwazin paşeroja me rizgar bikin tê domandin. Bi heman awayî, endamên hêja yên Komîsyonê jî bê ku hesaba dengan bikin, pêvajoyê anîne rojeva parlamentoyê. Ji ber vê yekê, divê rapora derketî bi raporên ku komîsyonên Meclîsê heta niha derxistine re heman neyê nirxandin. Ku wisa bê nirxandin, ew tê wateya ku girîngiya dîrokî û maneya wê nehatîye famkirin. Rêya rast ev e ku rapor wek encama têkoşîna demokrasiye û azadiyê ya ku bi dehan salan berdewam kiriye were nirxandin.”

‘Rapor gavek derêyek nû ji demokrasiyê vedike ye’

Rapor wekî gavek girîng a derêyek nû vedike hate pênasekirin û ev tişt hatin gotin: “Divê rapor wekî gaveke pir girîng ku derêyek nû ji bo pêvajoya demokrasiye vedike were nirxandin. Ew dê hemû derdorên siyasî mecbûr bike ku siyaseta li ser bingeha rastiyê hilberînin. Rapor zeminên siyaseta erzan ji destê derdorên di rojeva xwe ya teng de asêmayîn derdixe. Li dijî derketina raporê, bi israr li ser nêrîna xwe ya teng tevdigerîn dê herî zêde derdorên sosyalîst bide zorê. Di zûtirîn demê de vegerîna ji çewtiyan û xwedî derketina li berpirsyariyên têkoşîna demokrasiye û azadiyê ji her alî ve girîng e.”

‘Rapor destpêkek divê sûd jê bê girtin’

Di raporê de hate daxuyandin ku divê rapor çewt neyê famkirin û ev hişyarî hatin rêzkirin: “Famkirina, ‘Bi ev rapor hemû pirsgirêkan çareser dike an jî dê werin çareserkirin’ gelek xelet e. Ev destpêkek e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê, belavbûna atmosfera demokrasiye li navend, herêm û hemû derdoran û çareserkirina gelek pirsgirêkên komkirî tenê bi raporekê nemimkûn e. Lêbelê rapor destpêkeke girîng e. Ji bo wê encam girtin jî dîsa bi têkoşînê ve girêdayî ye. Rapor dikare demeke dirêj di rojeva parlamentoyê de bimîne û hin derdor dikarin ji bo sabotajkirina pêvajoya dialogê ji vê dirêjbûnê sûd bigirin. Ev hemû ji bo me ne tiştekî xerîb e. Lê em êdî wek berê li hember provokasyon û êrişan di rewşek ew qas qels de nînin. Bi nêzîkatiyeke rast em dikarin van tevgeran jî derbas bikin.”

‘Ewlehiya bingehîn xwe parastin e’

Li ser naveroka raporê jî hate daxuyandin ku komek têgînan pêşkêş dike û wiha hate berdewamkirin: “Ev têgîn û sazûmanên ku bi dialog û têkoşîna demokratîk dê bikevin jiyanê, her wiha nexşeya rê ya demokratîkbûna komarê jî nîşan dide. Ev xala bingehîn e. Gava ku rêxistin li gorî ruhê pêvajoyê gav bavêje, ew pêdiviya demê ya dîrokî ye. Avakirina demokratîk ne bi çek û pevçûnê, lê bi dialog û fahmkirina hevdu re pêk bê. Heta ku ewlehiyên qanûnî hebin, tu kes ber bi şîdet û pevçûnê ve naçe û ger biçe jî nikare ji tecrîdê xilas bibe. Êdî demeke ku ajandaya welêt ne çek lê siyaset dê diyar bike, dest pê dike. Ewlehiyên qanûnî jî bi hişmendiya demokratîk têne parastin. Ger bi dil û hişmendî pêvajo neyê parastin, kîjan madeya qanûnê dikare kesan biparêze? Peydakirina ewlehiyên qanûnî gava girîng e lê ya pêvajoyê bigihîne serkeftinê karê siyaseta demokratîk in.”

‘Karê esasî derxistina zagona ye’

Di raporê de li ser biratiya Kurd û Tirkan jî hate sekinîn û wiha hate gotin: “Di sedsala borî de êş û elemên bêhesab qewimîn. Di encamê de, cara yekem di raporek fermî de li ser biratiya Kurd û Tirk destnîşankirinek bi vî awayî hate kirin û ev gaveke girîng e. Ji vir û pê ve, karê bingehîn ê siyasî dê li ser çêkirina rêkûpêkkirinên qanûnî be. Ger siyaset bi awayekî rast neyê meşandin, ev gav jî dikare wek yên berê bêencam bimîne û bê ku bibe rastiyeke sazûmanî ji rojevê derkeve. Bêtêkoşîna demokratîk û bêhişmendiya demokratîk, heta ger destûrek nû jî were derxistin, wateyek wê tune ye. Dîsa hêzek derveyî normê dikare derkeve û destûrê rawestîne û qanûnên xwe li civakê ferz bike.”

‘Ev ne encam e, derêyek e’

Di peyamê de hate bi bîr xistin ku hêza siyasetê ji hêza çekan zêdetir encamdar e. Di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Çek pirsgirêkên nû diafirîne, lê armanca siyasetê çareseriye. Lê siyaset jî di dawiyê de ‘hunera tişta mimkûn e’ û mimkûn jî bi têkoşîna demokratîk tê peydakirin. Ji bo ku siyaset rêberiya pêvajoyê bigire ser xwe, ji berê zêdetir ked, berpirsiyarî û têkoşîn pêwist e. Ez dîsa dibêjim; ev ne encam e, derêyek hate vekirin e. Vegerandina biratiya dîrokî pêk hatiye. Di damezirandina komarê de rola Kurdan hindik nebû. Lê pêşengên Kurd ku nekarîn xwedî li vê kedê derkevin, bi rêxistinek qels û serhildanên reaksiyonî hewl dan ku rewşê biparêzin. Pêşengên Kurd bi hewildanên neserkeftî di heman demê de dawiya xwe anîn.”

‘Naveroka raporê ji demokrasiyê re vekiriye’

Di peyamê de hate daxuyandin ku naveroka raporê ji demokrasiyê re vekirî ye û wiha hate gotin: “Ev jî sedema herî girîng e ku em ji bo destpêkê hêvîdar bin. Têkneçûna vê peymanê di destê hêzên demokrasiye de ye. Qebûlkirina vê peymanê ji aliyê piraniya parlamentoyê ve nîşan dide ku li ser wê konsensuseke berfireh heye.”

‘Divê kes nekeve nav rehavetê’

Di peyamê de hate xwestin ku tu kes nekeve nav rehavetê û ev tişt hatin destnîşankirin: “Divê tu kes nekeve nav rehavetê. Têkoşîna rastîn niha dest pê dike. Em ketine pêvajoyeke dijwar lê mimkûn ku bi ser bikeve. Ev encama pêvajoya dialogê ya salek dawî ye. Lê ji bo cebirandina birînên sedsala borî, ev gava yekem tenê nexşeya rê pêşkêş dike. Hînbûna ji dîrokê û xwedîderketina her gava herî biçûk jî helwesteke siyasî ya rast e. Malbûnkirina aştiyê û demokrasiye di civakê de tenê bi avakirina fikr û zemînek li gorî wê mimkûn e. Ji bo xebatên li gorî pêvajoya nû em êdî nikarin zêdetir li bendê bimînin. Rapor rê li ber vê yekê vedike. Ev fersendek e û divê heta dawiyê were bikaranîn.”

 

Etîket: Abdullah OcalanRapora Komîsyona MeclisêRêberê Gelê Kurdi Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rostem Siyahtaş: Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were

Rostem Siyahtaş: Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were

2 ADAR 2026
Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

1 ADAR 2026
Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

1 ADAR 2026
Ji 27ê Sibatê heta Îro: Qanûnên Entegrasyon û Azadiyê – 5

Ji 27ê Sibatê heta Îro: Qanûnên Entegrasyon û Azadiyê – 5

1 ADAR 2026
Babeta çapemenîya erebî û dinya Rojava ya

Çapemeniya cîhanê peyama Abdullah Ocalan nîqaş dike: Dê rêya pêvajoya siyasî diyar bike

28 SIBAT 2026
Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

28 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • MEBYA-DER û TÛHAY-DERa Wanê li gel malbatan civiyan

    MEBYA-DER û TÛHAY-DERa Wanê li gel malbatan civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Ji bo entegrasyona demokratîk girîngiya ‘qanûnên azadiyê’ û ‘hiqûqa tavahî’ – 6

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îsraîlê û Îranê di roja 3yemîn de ye: Trump banga teslîmbûnê li Artêşa Îranê kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê êrişên li ser partiyên Rojhilat şermezar kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (65)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne