Li Êlihê amedekariya mitînga “Civaka Demokratîk û Aştî” bi belavkirina belavok û vexwendina gel dawî bû.
Li Êlihê di 12ê Cotmehê de bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk dê bi dirûşma “Aştî û Civaka Demokratîk” mitîng were lidarxistin. Di mitîngê de dê azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were xwestin. Hevseroka DBPê Çîgdem Kilicgûn Uçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş tev li mitîngê bibin.
Bi şev û roj li Êlihê bi girseyî amedekariya mitîngê bi girseyî berdewam kir. Amedekariya dawî ya mitîngê bi belav kirina belavok li taxa GAPê dawî bû. Di belav kirina belavok de parlamenterên DEM Partiyê, endam û rêveberên rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê û gelek kes tev li bû. Girse li kolanên taxê bi stranan geriyan û gel vexwendin mitingê.
‘Hatina we piştgiriya pêvajoyê ye û birêz Abdullah Ocalan e’
Li dikanan de Hevşaredarê Êlihê Gulîstan Sonûka ku şûma wê qeyûm hatibû tayînkirin axivî û gel vexwend mitînge û ev tişt anî ziman: “Em pêvajoyekî girîng derbas dibin, ji bo devlet gav biavêje em mitîng li dar dixin. Hatina we piştgiriya pêvajoyê ye û birêz Abdullah Ocalan e.
‘Ji bo me ev mitîng gelek girîng e’
Parlamenterê Rihayê Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku ev mitîng ji bo tevahî girtiyan e û wiha axivî: “Îro Serokê me û gelek hevalên me di girtîgehan de ne. Ji bo ku girtî derkevin, hevalên me çiyê werin tev li siyaseta demokratik bibin ev miting gelek girîng e.”