• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Baroya Colemêrgê derbarê gendeliya AKPê de serlêdana giliyê kir

    Baroya Colemêrgê derbarê gendeliya AKPê de serlêdana giliyê kir

    Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

    Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

    PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

    PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

    DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

    DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Baroya Colemêrgê derbarê gendeliya AKPê de serlêdana giliyê kir

    Baroya Colemêrgê derbarê gendeliya AKPê de serlêdana giliyê kir

    Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

    Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

    PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

    PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

    DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

    DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayla Akat: Mîdyad Tirkiye ye, Tirkiye mîdyad e

Navenda Nûçeyan /AW

22 SIBAT 2025 - 15:38
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata, anî ziman ku ew her tim alîgirê çareseriya demokratîk û neteweya demokratîk in u wiha got: “31 salin hewldanên aştî û çareseriyê hene. Lê yên her tim dixwazin xwe bi şer, kuştinê bidin jiyandin hene. Em dibêjin aştî, azadî û çareserî. Lê ew îmha û înkarê fam dikin. Em îro li Mîdyadê ne. Mîdyat Tirkiye ye, Tirkiye Midyad e.”

TJA, li bajarê rojnameger Cîhan Bîlgîn a hat qetilkirin Midyadê starta çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Jinan pankarta “Raperîna me li dijî kuştina jinê ye. Meşa me ber bi Rojevê ve ye” vekirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), starta çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Midyad a Mêrdînê da. Starta çalakiyan diyarî rojameger Cîhan Bîlgîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrişên SÎHA’yan ên Tirkiyeyê de hatibû kuştin kirin. Jinên ku kom bûn, pankarta “Raperîna me li dijî kuştina jinê ye. Meşa me ber bi Rojevê ve ye” vekirin û bê navber dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin û meşiyan. Jinan piştî meşê daxuyanî dan.

Di çalakiyê de aktivîstên TJAyê, hevşaredarên Jin ên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê yên jin û gelek nûnerên jin ên partiyên siyasî û rêxistinên civakî amade bûn. Dîsa nûnerên Federasyonên jin ên Ereb û Suryanî amade bûn. Jinan li vir daxuyanî dan û diyar kirin ku ew li dijî tundiya mêr, zordestiya mêr, hemû cureyên tundiyê dimeşîn. Jinan destnîşan kirin ku ew bi felsefeya jiyanêya “Jin Jiyan Azadî” ber bi azadiyê ve dimeşîn. Jinan da zanîn ku ji bo 8ê Adara 2025an bikin aştiya civakî têkoşîna xwe xurt dikin. Jinan da zanîn ku li dijî şerê ku bi feraseat mêrê serdest pêş dikeve, dixwazin civakeke berxwedêr ava bikin. Em ê bi paradîgmaya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê têkoşina xwe mezintir bikin. Jinan di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

‘Rojava ji bo hemû cîhanê mînaka çareseriyê ye’

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş jî axivî û wiha got: “Em bi hêz û baweriya ji Celera, Sara, Bêrîtan û hemû jinên di têkoşîna azadiye de jiyana xwe ji dest dane we silav dikin. Em di şexsê Ayşe Gokkan, Leyla Guven Oznûr Deger de hemû girtiyên azadiyê silav dikin û 8ê Adarê li wan pîroz dikin. Em silavên xwe ji girtiyên azadiyê re dişinin. Ji Girê Mirazan heta îro jinên cîhanê û Rojhilata Navîn û Kurdistanê gelek zor û zahmetî ji aliyê mêr ve dîtine. Jinên ku bi destê meran hatine kuştin û jinên bi destê mêrdewletê hatine girtin rûmeta me ye. Ev sedema têkoşîna me ye. Ev têkoşîn îro li Rojava jiyaneke nû ava dike. Tovê têkoşîna ku bi felsefe Rêber Abdullah Ocalan hatiye çandin, îro li Rojava bûye dareke mezin. Ev dara mezin di bin siya xwe de hemû gelan dicivîne. Ev rastiya li Rojava ji bo hemû Rojhilata navin û cihanê çareserî ye. Jin Jiyan Azadî êdî sînore cîhanê derbas kiriye. Teqez em ê bi ser bikevin. Jinan bê navber dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dubare kirin.

‘Rojeva me aştî, demokrasî û azadiyê ye’

Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata jî axivî û wiha got: “Ji niha de em 8ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Ji bo jinên hatin girtin û hatin qetilkirin em li Mîrdayê kom bûn û me li vir dest bi çalakiyên 8ê Adarê kir. Îro hemû hêzên dewletê li vir in. Hemû hatine van axaftinên me qeyd dikin. Ji ber di nava dewletê de yekîtiyek tune qeydên wan jî cuda ne. Her yek li aliyekî qeyd dike. Lê divê xema nexwîn. Em tiştekî cuda li vir nînin ziman. Rojeveke me ya cuda heye. Çareseriya demokratîk, aştî heye. Em dibînin dewleta mêr, bi her alî şer dike. Ev şerê dewletê bandora xwe li me jî dike. Lê meraq nekin. Jin dê rêya rast nîşanî we bide. Ez li vir hemû jinên Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê yên ji bo azadiyê û demokrasiyê têdikoşin, li ser navê TJAyê wan bi hurmetdari silav dikim. Jinan dîsa bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ axaftin qut kirin.

‘Em ê ji bo çareseriya demokratîk têbikoşin’

Ayla Akat Ata, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew deyndarên zarokan in û wiha lê zêde kir: “Em bi her awayî deyndanên zarokên ku hatin kuştin in. Em deyndanên zarokên ku mafên wan ji destê wan hatiye girtin in. Ji ber vê yekê divê em ji her demê bêtir ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê têbikoşin. Em ê ji bo çareseriya demokratîk têbikoşin. Me tevgera Jinên Azad di 2013an de vina xwe danî holê. Bû aliyekî maseyê. Li ser navê TJAyê hevaleke we tev li masê bû.”

‘Ku her kes berpirsiyariyê bigire çareserî nêzîk e’

Ayla Akat Ata, bal kişand ser niqaşên dawî yên li ser çareseriyê û wiha berdewam kir: “Îro pevajoyeke nû heye. Bahçelî di 1ê Cotmehê û 22ê Cotmehê de bi daxuyaniyekê rojev hat guhertin. Lê dema ev dihat niqaşkirin, hin ferasetên cuda ji xwe derxistin holê. Hin kesên li dijî vê yekê derdikevin hene. Dema em dibêjin çareserî, ew kes înkar û tunekirinê fam dikin. Hin alî hene dixwazin kuştin bidomin. Hebûna xwe li ser kuştinê didomînin. Ji ber vê yekê em di rêyeke zor û zahmet re derbas dibin. Em dizanin ku emê bedelên mezin bidin. Mîdyad, cihê ku bawerî, çand, nasname û gelan di bin baneyekî kom dibin de ye. Dema Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje Neteweya Demokratîk, dixwaze nasname, bawerî, çand û gelên cuda bi hevre bijîn. Vê yekê ji bo siberoja Tirkiyeyê nebe nabe dibînin. Ji bo vê yekê hêja ye ku em bedelan bidin. Welatiyê hevpar ji bo me hemûyan pêwist e. Divê êdî em 10 salêm din winda nekin.b 31 sal in Tirkiye nêzî aştiyê bû, lê dîsa şer dest pê kir û dûrî çareseriyê bû. Îro her kes destê xwe têxin bin kevin wê demê çareseriya demokratîk û aştî nêzîk e. Em dibînin ku hin kes vê yekê nabînin. Mînaka ve yekê operasyona li dijî HDKê ye. Dîsa nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar kirin hedef. Her ku em dibêjin demokrasî, çareserî van operasyonan pêş dixin. Eger li vî welatî destûra bingehîn hebe, zagon hebe dê ev hevalên me jî berat bikin. Çawa ku me beraat kir, ew ê jî beraet bikin. Me duh çong dananî, em îro jî çangan danînin. Jinên kurd tu carî ji dayînan xwe nedan paş. Tu cari jî xwe nadin paş., Ji bo me neteweya demokratîk nirxên herî hêja ye. Ji ber ku em dibêjin azadî, demokratî, jiyan. Em dibêjin Jin Jiyan Azadî. Em dibêjin Mîdyat cihê bawerî, çandan û gelaen e. Em dibêjin Mîdyat Tirkiye ye. Tirkiye Mîdiyat e. Mîdyat Baxçeyê gelan û baweriyan e. Em bi baweriya li ser vê axê çareserî pêkaen e li vir in. Em dibêjin bijî Neteweya Demokratîk û Jin Jiyan Azadî.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Baroya Colemêrgê derbarê gendeliya AKPê de serlêdana giliyê kir

Baroya Colemêrgê derbarê gendeliya AKPê de serlêdana giliyê kir

5 GULAN 2026
Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

5 GULAN 2026
PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

5 GULAN 2026
Rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

Rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

5 GULAN 2026
DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

5 GULAN 2026
10 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn girtin, hatin berdan

10 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn girtin, hatin berdan

5 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çanda resen: Govenda Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya 15ê Gulanê ya Amedê eşkere bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Divê statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 2yemîn Rojên Pirtûkan dest pê dike: Armanc avakirina civakeke demokratîk e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona 15ê Gulanê ya Serhedê hat aşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (122)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne