• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rêxistinên maf û hiqûqê nerazîbûn nîşanî mirinên bi guman dan

    Rêxistinên maf û hiqûqê nerazîbûn nîşanî mirinên bi guman dan

    Ji bo ‘Perwerdehiya bêtundî’ çalakiya zincîra mirovan pêk anîn

    Ji bo ‘Perwerdehiya bêtundî’ çalakiya zincîra mirovan pêk anîn

    Ji ‘Nobeta Jiyanê’ peyam: Ya ku zarokên 14-16 salî dike faîl pergal e

    Ji ‘Nobeta Jiyanê’ peyam: Ya ku zarokên 14-16 salî dike faîl pergal e

    Peyamhinêrê Channel 8ê hate revandin

    Peyamhinêrê Channel 8ê hate revandin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rêxistinên maf û hiqûqê nerazîbûn nîşanî mirinên bi guman dan

    Rêxistinên maf û hiqûqê nerazîbûn nîşanî mirinên bi guman dan

    Ji bo ‘Perwerdehiya bêtundî’ çalakiya zincîra mirovan pêk anîn

    Ji bo ‘Perwerdehiya bêtundî’ çalakiya zincîra mirovan pêk anîn

    Ji ‘Nobeta Jiyanê’ peyam: Ya ku zarokên 14-16 salî dike faîl pergal e

    Ji ‘Nobeta Jiyanê’ peyam: Ya ku zarokên 14-16 salî dike faîl pergal e

    Peyamhinêrê Channel 8ê hate revandin

    Peyamhinêrê Channel 8ê hate revandin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Ji bo aştiyê divê gavavêtin bi derengî neyê xistin

Enqere / AW

16 NÎSAN 2026 - 15:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ji bo pêşvêçûna pêvajoyê divê pêşniyarên rapora Komîsyona Meclîsê bibin qanûn û got ku divê gavavêtin bi derengî neyê xistin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Ayşegul Dogan pêşî bal kişand ser êrişên li dijî dibistanan pêk tên û ji kesên hatine kuştin re serxeşiyê xwest û ji birîndaran re jî şîfa xwest. Ayşegul Dogan anî ziman ku li Tirkiyeyê jiyana tu kesan ne di ewlehiyê de ye û wiha got: “Li Tirkiyeyê rizîbûnek heye. Reva buna tundiyê, tundiya zarok dikin sedemên wê yên pir alî hene. Siyaseta dijberîbûnê, sepanên li dijî hiqûqî, revakirina tundiyê û gelek pirsgirêkên bi vê yekê re giredayî dibin sedemên bûyerên bi vî rengî. Berpirsên siyasî tu carî berpirsiya xwe qebûl nekirin. Helbet xurtkirina ewlehiyê girîng e. Lê ew tenê têr nake. Hê guherînên bingehîn pêwîstin. Divê hemû aliyên van bûyeran bên lêkolîn kirin û kesên ji aliyê siyasî û hiqûqî vê berpirsyariya wan heye hesep bide. Weke DEM Partî ji bo amadekirina raporê û parvekirina êşa weltiyên me şandeyeke me çûn Mereş û Rihayê. Her wiha ji bo di meclise de komîsyoneke lêkolînê be ava kirin biryarek derket. Ew jî girîng e. Her wiha em mafê xwepêşendanên welatiyên li dijî vê bûyerê dikin û divê bariyên li pêşiya xwepêşandanan jî bên rakirin.”

‘Divê bersûc bên cezakirin’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê kuştina bi guman a Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û Narîn Guran û hemû jinan bên ronîkirin û bêrsûc bên cezakirin. Ayşegul Dogan anî ziman ku divê bûyer di tariyê de nemînin û werin ronîkirin û kujer werin lêpirsînkirin. Ayşegul Dogan bertek nîşanî biryara girtinê ya parêzer û siyasetmedar Sezîn Uçar jî da û xwest desthilat dev jî sepanên dijhiqûqî berde.

‘Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin’

Ayşegul Dogan derbarê civînên DEM Partiyê ku hefteya bihûrî pêk anîbûn de jî diyar kir ku wan di civînê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên di rojevê de nirxandine û nîqaş kirine û wiha axivî: “Em di civînên xwe de li ser şerê Rojhilata Navîn rawestiyan. Ev şer şerê hezên emperyalîst e. Ev şer bandoreke mezin li ser jiyana welatiyan dike. Em jî weke DEM Partiyê dibêjin ne şer heta aştî nebe li tu welatan aramî pêk nayê. Li Tirkiyeyê jî divê ji bo aştiyê êdî gav bên avêtin. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, krîza aborî, civakî û ekolojî û hemû qadên jiyanê kûrtir dike. Em jî dibêjin ku edalet nebe aramî nabe. Lê aştî nebe tiştek nabe. Ji bo wê jî têkoşîna aştî ji têkoşîna demokrasiyê ji hev qut nîn in. Ji bo wê jî têkoşîna hevpar a bi hezên demokratik re ji bo me ne tenê hewcedariyeke di heman demê de regezeke.”

‘Divê pêşniyarên raporê bibin qanûn’

Ayşegul Dogan bi lêv kir ku tevî di ser rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê de 2 meh derbas bûne jî ji bo çêkirina qanûnan tu xebat nayê kirin û wiha got: “Divê xebatên çêkirina qanûnan demildest bên kirin. Civak li benda derxistina qanûnan e. Di rapora komîsyonê de jî dibêje; ‘Ji bo endamên rêxistinê çekên xwe deynin, divê qanûnên pêwîst bên çêkirin’ lê ji bo vê yekê tu xebat tune ye. Lê weke ku ev yek di raporê de tune ne nîqaşên ji aliyê partiyên siyasî ve tên kirin li ser pêvajoyê fikaran çêdike. Armanca firêhkirina qada demokratik û çareseriya demokratik a pirsgirêka Kurd e. DEM Partî ji bo hemû welatiyên rastî cihekariyê tên ditêkoşê û dibêje divê hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Divê zimanê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk erênî be. Zimanê ku gav naveje, pêvajoyê dixe xetere fayde nade pêvajoyê. Divê hemû kes dev jî vî zimanê berê berde. Pêwistiya me bi zimanekî erênî û nû heye. Heke em dixwazin aştî pêk were hewcedarî bi gavên şênber ên bi wêrek heye. Ji bo wê jî divê pêşniyarên raporê bibin qanûn. Di partiya me de em hemû kes yek in. Em kategorîzekirina; ‘Yên baş, yên xirab û yên erênî û yên neyînî’ rast nabînin û li dijî vê kategorîzekirinê û divê tu kes vê yekê neke.”

Ayşegul Dogan anî ziman ku daxwazên aştî, ked û edaletê di heman cihî de disekinin û ji bo 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê bang li gel kir ku li qadan daxwazên xwe bilind bikin. Ayşegul Dogan li ser pirsa kongreyê jî da zanîn ku niha di rojeva wan de kongre tune ye.

Etîket: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ayşegul Dogan: Em ê ji bo pêşniyarên hatinê kirin bibin qanûn bibin şopdar

Ayşegul Dogan: Em ê ji bo pêşniyarên hatinê kirin bibin qanûn bibin şopdar

19 SIBAT 2026
Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin

Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin

12 SIBAT 2026
Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

8 ÇILE 2026
Sêvê, Fatma û Pakîze li Silopiya hatin bibîranîn

Sêvê, Fatma û Pakîze li Silopiya hatin bibîranîn

5 ÇILE 2026
Panela mafên mirovan: Divê êdî mafên birêz Ocalan bibe rojev

Panela mafên mirovan: Divê êdî mafên birêz Ocalan bibe rojev

13 KANÛN 2025
Ayşegul Dogan: Divê CHP rastiya birêz Ocalan bibîne

Ayşegul Dogan: Divê CHP rastiya birêz Ocalan bibîne

20 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV-KOM hat avakirin: Di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek

    TEV-KOM hat avakirin: Di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kanîreşê berxwedana li dijî JESê: Em nahêlin erdê me bê talankirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Atolyeya ‘Tenduristiya bi Kurdî’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deşta Geverê bi pîvokan xemilî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarek Colemêrgî nasnameya bajêr li magnet û solan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamedova: Werin em bi stran û zimanê xwe yê şîrîn hevdu hembêz bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezex, Midyad û Wêranşarê Çarşema Serê Nîsanê hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li Tirkiyeyê qanûnek ku pêşî li bidestxistina çekan bigire tune ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (572)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne