Bi hinceta ku di dema binçavkirina de bertek nîşanî îşkenceya lê hatiye kirin û tundiya li dijî malbata wê hatiye meşandin daye, derheqê rojnameger Oznûr Degerê de dozek nû hate vekirin.
Derbarê Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Degerê de, dozeke nû hate vekirin. Hat zanîn ku ji ber di 7ê Sibata 2025an de dema hatiye binçavkirinê li dijî îşkenceya lê hatiye kirin û zexta derûnî ya li malbata wê hatiye kirin bertek nîşan daye bi îdiaya “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye ” û “heqaretê” doz lê hate vekirin.
Îdianameya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Qoserê ve hate amadekirin, ji hêla 6emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Qoserê ve hate qebûlkirin. Di heman demê de der heqê xwişk û dayika Oznûr Degerê de jî bi îdiaya “ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” doz hate vekirin.
Danişîna ewil a dozê dê di 14ê Tîrmehê de were lidarxistin.








