Beriya civîna Koma DEM Partiyê ya li Nisêbênê, bi hezaran welatî, ji bo êrîşên li ser Rojava şermezar bikin û li destkeftiyên Rojava xwedî derkevin, li navçeya Nisêbênê kom bûn. Girse bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” berz dikin.
Hevserokên DEM Partiyê ji bo piştgiriyê bidin gelê Rojava û êrîşên li ser Rojava şermezar bikin, dê di kêliyên pêş de li ser Sînorê Nisêbînê civîna koma xwe li dar bixin. Beriya DEM Partî civîna koma xwe li dar bixe, bi hezaran welatiyên ku ji Mêrdîn û navçeyên wê hatin Nisêbînê, li ser ser sînor kom bûn. Bi hezaran welatiyên ku li ser sînor kom bûn bê navber dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” berz dikin. Li milê din, li bin xetê ango li ser sînorê Qamişlo jî bi hezaran welatî kom bûne û dirûşmeyan berz dikin. Girseya ku kom bûye stranan dibêjin û govendê digerînin.













