• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    Keskîn Bayindir li Wanê di nava gel de ye: Niyeta me çareserkirina bi rêya yasa û qanûnan e

    Keskîn Bayindir li Wanê di nava gel de ye: Niyeta me çareserkirina bi rêya yasa û qanûnan e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Birêz Ocalan hemû hincetên dibûn sedema tundiyê ji holê rakir’

Şirnex / AW

17 MIJDAR 2025 - 15:43
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê di civîna jinan a li Hezexê de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû hincetên ku dewletê dikir sedem ku tundî li ser civakê pêk bîne, ji holê rakir.

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Şirnexê di çarçoveya xebatên 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de li Taxa Yenî ya navçeya Hezexa Şirnexê bi tevlîbûna Berdevka DEM Partiyê û parlamentera Şirnexê Ayşegul Doganê civînek li dar xist. Aktîvîstên TJAyê û Gelek jinên taxê tev li civînê bûn.

‘Divê têkoşîn bi 25ê Mijdarê sînordar nemîne’

Ayşegul Dogan di civînê de axivî û anî ziman ku tundiya li ser jinan tenê ne kuştin û tundiya ji aliyê mêran ve tê kirin e û wiha axivî: “Tundiya li ser mafê ziman e, tundiya herî mezin li ser mafê naskirina nasnameya me ye. Îro bi giştî du mijarên me hene. Yek aştî ye, yek ji civakek demokratîk e. Li hember tundiyê li hember binpêkirina mafan têkoşîneke me ya dîrokî heye. Îro ji bo 25ê Mijdarê ev van mijaran nîqaş dikin. Divê têkoşîna me bi rojan sînordar nemîne. Armanca me, nexşerêya me xwe gehandina civaka demokratîk e.”

‘Divê destpêkê em bi xwe bawer bin’

Ayşegul Doganê diyar kir ku ger jin hêviyê ji xwe nekin nikarin tundiya li ser jinan bidin bidawîkirin û got: “Divê destpêkê em hêvî bikin ku em dikarin vê tundiyê bi dawî bikin. Baweriya me bi me were. Ger em vê hêviyê di xwe de nebînin, ne em dikarin tundiya li ser xwezayê bisekinînin, ne em dikarin tundiya li ser jinan rawestînin, ne em dikarin rizîbûna civakê rawestînin û em nikarin pêşerojeke nû ji bo ciwanên xwe ava bikin.”

‘Êdî ji bo tundiyê tu hincet neman’

Ayşegul Doganê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan perwerdeya ku ji bo rizandina civakê li ser gel bû rakiriye û ev yek anîn ziman: “Hinceta dewletê ya rizandina dewletê şerê heya niha bû. Rêzdar Ocalan çi kir? Ev perde kişand û însiyatîfeke welê girt ku niha her tişt tazî derket holê, civak çawa riziya ye. Her car bersiva desthilatdaran ji bo tundiya li ser civakê dibû çi? Şer heye ji ber wê yekê, em miletê xwe mudafa dikin ji ber wê yekê. Parastina erdnîgariya Tirkiyeyê bi zîhniyeta ewlehiyê digirtin, bi tang topan. Êdî ji bo van tundiyan tu hincetên dewletê neman û ew perde hat rakirin.”

Jinên taxê ku tev li civînê bûn nêrîn û fikra xwe ya derbarê 25ê Mijdarê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de anîn ziman. Piştre civîn bi dawî bû.

Etîket: 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser JinanBerdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

18 HEZÎRAN 2026
Ayşegul Dogan: Em li rex demokrasî û hiqûqê disekinin

Ayşegul Dogan: Em li rex demokrasî û hiqûqê disekinin

23 GULAN 2026
Ayşegul Dogan bang li Meclîsê kir: Divê mekanîzmayek nû bê avakirin

Ayşegul Dogan bang li Meclîsê kir: Divê mekanîzmayek nû bê avakirin

18 GULAN 2026
Heyeta Dayikên Aştiyê li gel AKPê civiya: Ev Laçika Spî bila bibe wesîleya aştiyê

Heyeta Dayikên Aştiyê li gel AKPê civiya: Ev Laçika Spî bila bibe wesîleya aştiyê

8 GULAN 2026
Heyeta Dayikên Aştiyê serdana Partiya Gelecekê kir

Heyeta Dayikên Aştiyê serdana Partiya Gelecekê kir

8 GULAN 2026
Ayşegul Dogan: Divê heyeta me demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike

Ayşegul Dogan: Divê heyeta me demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike

7 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş: Ez ê daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglu red bikim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di konferansê de ligel ziman gelek mijarên esasî werin niqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dûran Kalkan: Azadiya Rêber Apo mifteya her tiştî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (650)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne