Di danîşîna duyemîn a dozê de cezayê darvekirinê dan Ecac Tîkrîtî yê wek celadê Enfalê tê zanîn.
Li Dadgeha Resafe ya Bexdayê danişîna duyemîn a doza Ecac Tikrîtî hat lidarxistin. Ecac Tîkrîtî di nava gel de wek celadê girtîgeha Nugre Selmanê tê zanîn. Di encama darizandina dozê de cezayê darvekirinê li Ecac Tikrîtî hate birîn.
Ecac Ehmed Herdan bi nasnav ‘Hecac yan Ecac Tikrîtî’ ji xelkê bajarokê Tikrîtê ye û girêdayî parêzgeha Selahedîn e. Ecac Tîkrîtî ji eşîra Seddam Huseyîn e. Piştî hilweşîna rejîma Baasê, ji Kerkûkê berê xwe da Sûriyeyê û li taxa Cermane ya paytexta Sûriye Şamê jiyan dikir.
Sê kurên Ecac Tîkrîtî hebûn ku du ji wan bûn çekdarên El-Qaîdê û di şerê li navçeya Ziluye ya li sînorê parêzgeha Selahedîn de hatin kuştin. Her wiha kurê wî yê biçûk ê bi navê Raîd li Sûriyeyê li gel bavê xwe jiyan dikir.
Sûcdarê sereke yê Girtîgeha Nugre Selman Ecac Tikrîtî yê wek ‘celadê Kurdan’ tê nasîn roja 31ê Tîrmeha 2025an hatibû girtin û îro di danîşîna duyem a dozê de cezayê darvekirinê lê hate birîn.













