• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Li Efrînê desteserkirina erd û milên Kurdan didome

    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Civîna Komîsyona Meclîsê ya vê hefteyê bi dawî bû

Enqere / AW

28 TEBAX 2025 - 16:20
Kategorî: POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Civîna Komîsyona Meclîsê ya 7an bi guhdarkirina serokên berê yên meclîsê bi dawî bû. 

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclîsê hatibû avakirin civîna xwe ya 7emîn li dar xist. Di civîna 7an a komîsyonê de serokên berê yên meclîsê hatin guhdarkirin.

Di rûniştina 2an a civînê de destpêke Cemîl Çîçek axivî. Cemîl Çîçek bi lêv kir ku pirsgirêka wan a baweriyê heye û ev tişt gotin: “Divê em pirsgirêkên biçûk tespît bikin û li çareseriya wan bigerin. Yanî pêşiyê bi yên biçûk destpê bikin. Ji bo pêvajoyê çi bikeve li ser min ez amade me pêk bînim.”

Piştre Îsmet Yilmaz axivî. Îsmet Yilmaz jî destnîşan kir ku divê ne zimanekî li dijitî lê zimanekî xizmeta pêvajoyê bike bê bikaranîn.

Îsmaîl Kahraman jî bi bîr xist ku di Newroza 2013an de piştî peyama Abdullah Ocalan ji aliye Sirri Sureyya Onder ve hat xwendin li tevahî welat hewayeke aramî belav bû û niha jî firsendeke heye û got ku ew jî piştgiriyê dide pêvajoye.

Bînalî Yildirim jî anî ziman ku xurt kirina rêveberiyên herêmî ji bo pergala dewletê ya unîter ne gef e û got: “Ew pergal weke navendîbûna ademî jî tê binavkirin. Ew pergal tenê ji aliyê rêveberiyê ve ye ne federal bûne. Bi vê têgihiştinê ez dixwazim girîngiya destûreke nû ya bi beşdariya sivîl tekez bikim.”

Herî dawî Mustafa Şentop axivî. Mustafa Şentop jî diyar kir ku divê ji aliyê aştiya civakî ve gav bên avetin û got: “Dibe ku ev di çarçoveya destûreke nû de were nîqaşkirin. Ji bo ku edalet bi temamî pêk were û ji bo ku di wijdana civakî de rewa bibe ev girîng e.”

Piştî axaftina serokên berê yê meclîsê, Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş axivî. Numan Kurtulmuş jî bi lêv kir ku wan civîna xwe ya 7an jî qedandiye û wiha axivî: “Bi hêvî ye ku em ê bi lez civînên xwe bidomînin û encamê bistînin. Em dibînin ku em bi hêvî ne. Ji ber nêzîkatiyên we yên bi hêvî ez spasiyên xwe pêşkêşî we dikim. Ez dibînim ku ev civîn, her ku diçe li ser civakê û beşên cuda belav dibe û didome. Hevalên hêja, mijara vê civînê û rojeva wê qediya.”

Piştî axaftinan civîna komîsyonê ya 7an bi dawî bû.

Hate hînbûn ku hefteya pêşiya me wê komîsyonê necive, dê hefteya piştî wê dîsa bicive.

Etîket: civînkomîsyonMeclîsSerok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

1 TÎRMEH 2026
Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

25 HEZÎRAN 2026
‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

20 HEZÎRAN 2026
Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

16 HEZÎRAN 2026
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

10 HEZÎRAN 2026
Nizar Amêdî: Em gavên Çarçoveya Hemahengiyê bi germî pêşwazî dikin

Nizar Amêdî: Em gavên Çarçoveya Hemahengiyê bi germî pêşwazî dikin

2 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (7)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne