Li Rihayê civînên gel bi tevlîbûna jinan bi girseyî berdewam dike.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo bang û perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş werê femkirin li her derê Kurdistanê civînên gel li dar dixe. Gel kom dibe û perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê xwendin û gel bi pirsên xwe nîqaşan geş dikin. Li Rihayê jî civînên gel her navçe û navenda bajêr bi girseyî berdewam dike. Li taxa Şirnek a Wêranşarê, li gundê Apemislimoya yê Bêrecûkê û gundê Zîyaretê yê Pirsûsê civînên gel hatin lidarxistin. Tevlîbûna jinan a li civînan gelekî zêde ye.