Ciwanên Welatparêz ji bo êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên girêdayî dewleta Tirk şermezar bikin û piştevaniya serhildana Rojhilat û Îranê bikin li navçeya Sûrê çalakî li dar xistin.
Çeteyên HTŞê û SMOyê ku êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zedê yên Helebê kirin û jin û zarok di nav de gelek sivîl qetilkirin niha jî êrişî Dêr Hafirê û gundên derdora Bendava Tişrînê dikin.
Li aliyê din çalakî û serhildana gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê 17 roj in bênavber didomin. Çalakiyên ku ji ber rewşa aborî ya xerab dest pê kirin, veguherîn serhildaneke giştî û li seranserê welêt belav bûn. Rejîm jî şûna ku guh bide daxwazên gelan polîtîkayên kuştin, binçavkirin û tepisandina serhildanê dimeşîne. Tevî hemû zilm û zordariyên rejîmê jî serhildan berdewam dike. Bertekên li dijî êrişan û nêzîkatiya rejîma Îranê jî berdewam dikin.
Ciwanên Welatparêz ji bo êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên girêdayî dewleta Tirk şermezar bikin û piştevaniya serhildana Rojhilat û Îranê bikin li taxên Dabanoglû û Cevat Paşa yên navçeya Sûrê çalakî li dar xistin. Ciwanan li ser dîwarên xaniyên li taxan nivîsên “Rojava rûmet e”, “HSD nakeve”, “Bijî Rojava”, “Rojhilat rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana Rojava û Rojhilat”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana HSDê” nivîsîn û fîşekên hewayî avêtin.














