Komeke ciwanên bakurê Kurdistanê li dijî êrişên çeteyen HTŞê, SMO û Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser sînor derbas kirin û tevlî berxwedana Rojava bûn.
Komeke ciwanên bakurê Kurdistanê li dijî êrişên çeteyên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser sînor derbas kirin û tevlî berxwedana Rojava bûn. Ciwanan anî ziman ku ew li Botan tevlî berxwedana Rojava bûne û gotin: “Ji bo gelê me yê Bakur werin tevlî berxwedana Rojva bibin. Em gelê xwe yê Bakur hemûyan vêdixwînin Rojava. Gelê me yê Bakur îro roja hebûn û tunebûna me ye. An em ê hebin an jî em ê tunebibin. Ji bo Kurdistaneke azad pêwîstê ciwanên Botanê, Amedê û gelê Kurdistanê derbasî Rojava bibin. Bijî Berxwedana Rojava. Bijî YPG û bijî YPJ.”













